Bakirhan: Em di Newrozê de bi xurtî xwedî li banga dîrokî derkevin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dema eşkerekirina deklarasyona Newrozê de li Amedê axivî û ji bo xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêber Apo bang kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dema eşkerekirina deklarasyona Newrozê de li Amedê axivî û ji bo xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêber Apo bang kir.
Newroza îsal wê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Newroza Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê” were pîrozkirin. Deklarasyona Newroza îsal li Deriyê Mêrdînê ya li navçeya Sûrê ya Amedê hate aşkerakirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî aşkerakirina deklarsyonê axivî û got: “Navê Newrozê ji bo me tê wateya berxwedan, ronahiya agir e. Kawa çi kiribe gelê Kurd jî îro heman tiştî dike. Mazlum Doganan, Zekiye Alkanan ew tişt kirin. Van kesan mizgîniyek dane me. Divê em vê mizgîniyê bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ mezintir bikin. Birêz Ocalan dibêje; ‘Berxwedan û têkoşîna we bila ji we re rêber be. Siyaset û civaka demokratîk bi destên xwe ava bikin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bal kişand ser banga Rêber Apo û got: “di demeke ku banga dîrokî hatiye kirin de xwendina deklarasyona Newrozê ya li Amedê jî gelek girîng e. Em ê di Newrozê de bihêztir xwedî li vê banga dîrokî derkevin. Heke em bikarin dengê aştî, demokrasî û azadiyê yê Kurdan, Tirkan, Elewiyan û bindestan bikarin bigihînin Îmraliyê, bi vê yekê re em ê erk û bepirsyartiyeke mezin bicih bînin. Bang, di heman demê de banga wê ye ku em Newrozê veguherînin têkoşîneke xurt a xwedîderketineke li aştî û demokrasiyê. Hewceye di vê pêvajoya dîrokî de tevlibûneke me ya hêjayî girîngiya Newrozê hebe. Divê em Newrozê bi awayekî herî xweşik birêxistin bikin. Ev Newroz çima girîng e? Hem dê ji mutebeqeta li Sûriyeyê ku Kurd bigihijin maf û azadiyên xwe, hem jî ji bo banga birêz Ocalan dê bibe bersivek. Dê her du geşedan jî di Newrozê de bên tacîdarkirin.
Newroza 2025’an wê bibe Newrozeke dîrokî. Newroza bi Rahşanan, bi Zekiyeyan û bi sê zilikên şixateyê yên Mazlum dest pê kir, kir ku li Tirkiyeyê li ser aştiyê were axaftin. Kir ku li Sûriyeyê li ser aştiyê were axaftin. Paradîgmaya birêz Ocalan îro li Sûriyeyê ye. Em ê niha jî cilûbergên xwe yên herî xweşik li xwe bikin û bi tevlibûna milyonan kesan bi stranên xwe yên herî xweşik Newrozê pîroz bikin û bi coşa xwe îspat bikin bê ka destpêkeke nû çawa bicoş hatiye pêşwazîkirin. Em stranên xwe yên aştiyê ji vir bigihînin Îmraliyê birêz Ocalan û bi hezaran rêhevalên me yên di girtîgehê de û Newroza wan pîroz bikin. Newroza me pîroz be, Newroza gelan pîroz be.”
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî jî wiha got: “Kesên bi zimanê xwe nikarin biaxivin, bi cilûbergên xwe najîn, bi çanda xwe najîn nekarîne bibin xwe. Beriya her tiştekî divê em Kurd ji ewil bibin xwe û xwedî li xwe derkevin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin û cilên xwe li xwe bikin. Divê em ji hebûna xwe şerm nekin. Heke em ji hebûna xwe şerm bikin, dê mafên me jî nedin. Heke em bixwazin bi ser kevin, heke em bixwazin azad bibin divê ji ewil em bibin xwe.”
Piştî axaftinan, Hevserokên Giştî agirê Newrozê vêxistin. Piştre jî heta demekî dirêj li dora agir li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin.