Newroz li Geverê bi coş hate pîrozkirin: Banga Rêber Apo divê bi cih bê anîn
Bi deh hezaran kes li Geverê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Geverê bûn. Di pîrozbahiyê de hate xwestin, banga Rêber Apo bi cih bê anîn.
Bi deh hezaran kes li Geverê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Geverê bûn. Di pîrozbahiyê de hate xwestin, banga Rêber Apo bi cih bê anîn.
Îsal mîna li bajarên din li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi dirûşma 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk' û 'Newroza Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê' Newroz hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê piştî 10 salan yekemcar li qada Stadyûma Cîlo ya Kevn hate lidarxistin.
Parlamenterên Colemêrgê, nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
Li qadê tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû. Jin û ciwanan bi kincên neteweyî qada Newrozê xemilandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Navçeya Geverê yê DEM Partiyê Ercan Sevmez axivî û diyar kir ku pîrozkirina Newrozê piştî bi salan li heman qadê, coşeke mezin xistiye nava gel.
Sevmez got, "Îro gelek kes di nava me de nîne, gelekan koç kirin, gelekan jiyana xwe ji dest dan. Newrozê li hemû hevalan pîroz dikim."
Bi navê Dayikên Aştiyê Gulbeyaz Mihçi jî got, "Newrozê li hemû dayikên dilşewat pîroz dikim." Gulbeyaz Mihçi got, "Em peyama Rêbertî hembêz dikin û hemû li pişt wê peyamê ne."
Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin jî banga Rêber Apo bi bîr xist û got, "Birêz Ocalan bangek kir û xwest, her kes guh bide vê bangê. Divê her kes bi berpirsyariya vê banga dîrokî rabe. Ji qada Newrozê ya Geverê em vê bangê dikin; bila ev bang bi cih bê anîn."
Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez jî got, "Em îro li vê qadê Newrozeke gelekî pîroz, pîroz dikin. Peyama Rêberê Gelê Kurd roja me ronî kir."
Onûr Duşunmez got, "Yên ku dibêjin 'Me Kurd qedand' bila li vê qadê binihêrin. Kurdan gaveke bi tenê jî bi paş ve neavêtin. Kes nikare serî li gelê Kurd bide tewandin. Bila her kes bi vê zanibe."
Piştî axaftinan agirê Newrozê bi pêşengiya dayikan bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate dadn. Arhat û Rûgeş Bazî hunera xwe pêşkêş kirin û girseya gel govend gerand.