Ji MAK’ê peyama Newrozê: Em tevlî meşa azadiyê bibin
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) di peyama xwe ya ji bo Newrozê de ev bang kir: “Divê gelê me li dora Rêber Apo xwe rêxistin bike, berxwedanê mezin bike û tevlî meşa azadiyê bibe.”
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) di peyama xwe ya ji bo Newrozê de ev bang kir: “Divê gelê me li dora Rêber Apo xwe rêxistin bike, berxwedanê mezin bike û tevlî meşa azadiyê bibe.”
Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) got: “Newroza 2025’an di serî de li Rêber Apo û hevrêyên berxwedêr ên li zindanan, li şervanên azadiyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê, milîsên azadiya Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê pîroz be.”
MAK’ê destnîşan kir ku Rêber Apo û PKK’ê xwesteka xwe ya ji bo çareseriyê û îradeya xwe ya ji bo aştiyê nîşanî tevahî cîhanê daye û ragihand ku divê têkoşîn li ser bingehê israra Rêber Apo ya ji bo aştî û azadiyê, bê meşandin. MAK’ê ev tişt bilêv kir: “Newroza 2025’an ji bo me destpêkek e. Divê gelê me biherike qadên Newrozê, azadiya Rêber Apo biqîre û bersiva pêwîst bide Dehaqên modern. Helwest û berxwedana gelê me pir pîroz e. Ji vir û şûnde jî, gelê me divê li dora Rêber Apo xwe rêxistin bike, berxwedanê mezin bike û tevlî meşa azadiyê bibe.”
MAK’ê di dawî de ev bang kir: “Werin em bi hev re biherikin qadan û em vê Newrozê bikin azadiya Rêber Apo û Kurdistanê.”