Li Amedê danasîna cil û bergên Kurdistanê
KASED'ê 2’yemîn Pîrozbahiya Newrozê ya ji bo danasîna cil û bergên Kurdî yên herêmên Kurdistanê li dar xist.
KASED'ê 2’yemîn Pîrozbahiya Newrozê ya ji bo danasîna cil û bergên Kurdî yên herêmên Kurdistanê li dar xist.
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) bi armanca rasthatina Cejna Newrozê 2’yemîn Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Agirê Newrozê bi ronahiya rojê geş dibe” danasîna cil û bergên Kurdî ango netewî yên Kurdistanê li dar xist. Şahî li qonaxek Sûrê hat lidarxistin. Bi sedan welatî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de bêyî navber dirûşma “Jin, Jiyan, azadî” hat berzkirin.
Beriya şahiyê Seroka KASED’ê Salîha Ayata axaftinek kurt kir û behsa naveroka bernameyê kir.
Piştre Koma Govendê ya Jinan a KASED’ê govendên herêmên Kurdistanê gerandin û hemû beşdaran ji govendê re li çepikan dan.
Paşê danasîna cil û bergên bajarên Kurdistanê kirin. Di danasînê de cil û bergên 23 bajar ango herêmên Kurdistanê hatin danasîn. Ewilî danasîna cil û bergên Amedê hatin kirin. Danasîna cil û bergan bi cilên Rojava qediya. Dema ku cilên Rojava hatin danasîn, her kesî bi çepik û tilîliyan piştgirî da Rojavayê Kurdistanê. Bi piranî jinek û mêrek bi hev re li ber stranan hatin nav şahiyê û cil û bergan dan nasîn. Di dema danasîna de kêfxweşiya beşdaran jî hêjayî dîtinê bû.
Dû re hemû kesên ku cil û bergan dan nasîn, bi hev re hatin nav şahiyê û govend gerandin.
Piştî danasînê Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê agirê Newrozê vêxistin û li dora agir govend gerandin.
Şahî bi konsera stranbêj Şîlan Dora û gerandina govendê bi dawî bû.