Dersim: Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin!

Di Newroza Dersimê de ku dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bijî Serok Apo' hatin qîrîn, işaret bi banga Rêber Apo û girîngiya têkoşîna hevpar hate kirin.

CEJNA NEWROZÊ

Li Dersimê Newroz li Qada Seyîd Riza hate pîrozkirin. Girseya gel li Kolana Hunerê li hev kom bû û ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiya. Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bijî Serok Apo' hatin qîrîn. Polîsan hewl dan kincên neteweyî asteng bikin û ev yek bû sedema nerazîbûnê. Ciwanên bi kincên neteweyî ketin qada pîrozbahiyê.

Hevseroka DEM Partiyê ya Dersimê Humeyra Yegîn Newroz pîroz kir. Hevşaredara ku qeyûm li şûna wê hate danîn Bîrsen Orhan jî got, "Em îradeya gel in. Em hilbijartî ne, em li vir in." Hevşaredar Cevdet Konak nerazîbûn nîşanî qeyûman da û banga têkoşîna hevpar kir.

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan jî nerazîbûn nîşanî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû da.

Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan destnîşan kir ku Newroza îsal 'Newroza Azadiyê' ye.

Parlamentera Dersimê Ayten Kordû jî got, "Em neviyên hevrêyên Seyîd Riza ne. Em ê parastina nirxên xwe dewam bikin. Gelê Dersimê her tim bû alîgirê aştî, azadî û edaletê. Ji niha û pê ve jî wê helwesta xwe dewam bike."

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan hunermend Quartet, Kadîr Çat û Cevdet Bagca hunera xwe pêşkêş kirin.