Ji qedexeyan heta qadên berxwedanê Newroz

Pîrozbahiyên Newrozê her tim bûne dika berxwedan û têkoşînê. Newroza îsal jî wê bi vî ruhî şêwe bigire. Çav û guhê cîhanê wê li şahiya li Amedê be.

NEWROZ

Newroz ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwedî pênaseyek polîtîk e û li Bakurê Kurdistanê weke girseyî cara ewilî di sala 1991’an de hate pîrozkirin. Di encama têkoşîna demdirêj de, şahiyên Newrozê li kolan û qadan hatin pîrozkirin. Bi milyonan kes beşdarî Newrozê bûn.

Dewleta Tirk di salên 1990’î de êrîşî pîrozbahiyên Newrozê yên li her devera Bakurê Kurdistanê kir û bi dehan mirov qetil kir. Qadên Newrozê hatin girtin, kesên beşdarî şahiyê dibûn hatin binçavkirin û girtin. Tevî van zextan hemûyan jî Newroz bû dika berxwedana mezin.

Di sala 1991’an de her kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn û bi girseyî pîroz kirin, ji Nisêbînê heta Stenbol, Edene, Cizîr, Kulp, Hanî û Amedê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Polîs û leşkeran gule li girseyan barandin û di encamê de 31 kes hatin qetilkirin.

KOMKUJÎ Û ZEXT

Serokwezîrê demê Suleyman Demîrel ji bo Newroza sala 1992’yan peyam da ku ‘her kes bi rengekî azad dikare pîroz bike’, lê belê polîs û leşkeran êrîşî pîrozbahiyan kirin û di encamê de 94 kes hatin qetilkirin. Rayedarên dewletê gotina ‘Kesên mirî PKK’î bûn’ dubare kir, lê di nava qurbaniyan de Hatîca Katar a 5 salî, Mehdî Gungen ê 9 salî, Ramazan Bayer ê 70 salî û Nebahat Kakuç a 65 salî jî hebûn, dewletê nekarî vê rastiyê veşêre. Hêzên Tirk êrîş birin ser rojnamevanên ku Newroz dişopandin û di encama gulebarana wan de nûçegihanê rojnameya Sabah Îzzet Kezer ji eniya xwe gule xwar û hate qetilkirin.

NEWROZA 99’AN

Piştî ku Rêber Apo bi Komploya Navneteweyî teslîmî dewleta Tirk hate kirin, Newroza 1999’an bû şahidê dorpêça polîsan a zêde û êrîşan. Li seranserî Tirkiyeyê li gorî daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 8 hezar û 174 kes hatin binçavkirin û bi sedan kes bi giranî birîndar bûn.

ÊRÎŞA DEWLETÊ

Li Wan, Colemêrg û Geverê di 21, 22, 23 û 24’ê Adara 2008’an de bi girseyî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Li van deran di encama êrîşên dijwar ên polîs û leşkeran de, Ramazan Dal, Zekî Erînç û Îkbal Yaşar (20) hatin qetilkirin.

QEDEXEYÊN KETINE DEWRÊ Û HIQÛQA DIJMIN

Wezareta Karên Hundir a Tirk sala 2012’an di serî de Amed, Êlih û Stenbol li gelek navendan pîrozbahî hatin qedexekirin. Li Amedê polîsan bi hemû hêza xwe derdora avahiya bajêr a partiyê dorpêç kirin, rê girtin, nehişt ku siyasetmedar bikevin qadê. Gel bi têkoşîn û berxwedaneke mezin barîkat hilweşandin û herikîn qada Newrozê. Polîs neçar man ku bi hemû yekîneyên xwe paşde gav bavêjin û vekişin. Li bajar zêdeyî milyonek kes, tevî hemû hêz û qedexeya dewletê ji çar aliyan ve hemû barîkat hilweşandin û gihiştin qada Newrozê. Wê salê govend nehate gerandin, hunermend nederketin ser dikê lê li qada Newrozê dirûşme qet bêdeng nebûn.

HÊVIYA AŞTIYÊ

Di Newroza 2013’an a bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu’ hate pîrozkirin, manîfestoya Rêber Apo deng veda. Di dîroka Amedê de Newroza herî qelebalix hate pîrozkirin; nêzî 2 milyon kes beşdarî pîrozbahiyan bûn.

BI RUHÊ RÊVEBERIYA XWESER

Newroz di sala 2016’an de li ber siya şer û hilweşîna piştî îlana rêveberiya xweser, hate pîrozkirin. Welatiyên ku di bodrûmên Cizîrê de hatin qetilkirin û ciwanên Kurd ên li kolanan hatin qetilkirin, mohra xwe li pîrozbahiyên Newroza demê xistin. Lewma bi şîara ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ Newroz hate pîrozkirin.

ŞER Û PRATÎKA DIJMIN

Tevî şer, hilweşîn, rewşa awarte û pratîka şer jî, di Newroza 2017’an de bi sed hezaran kes qad tejî kirin. Li Amedê Kemal Kurkut ê xwest bikeve qada Newrozê, tevî ku nîvî tazî jî bû bi îdîaya ‘gumana bombeya zindî’ hate qetilkirin.

HÊVIYA AZADIYÊ JINÛVE ŞÎN BÛ

Hêviya aştiyê di sala 2013’an de li qada Newrozê şîn bûbû. Piştî sala 2015’an hêviya aştiyê ya hatî şikandin, bi banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ car din şîn bû. Di serî de gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn bi hêviya aştiyê li qadan Newrozê pîroz dikin. Çav û guhê her kesê 21’ê Adarê wê li Newroza li Amedê be.