Bayindir ji bo Newroza li Amedê bang kir

Newroz li Êlihê bi beşdariya bi deh hezaran kesî hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bal kişand ser Newroza Amedê û got, "Em ê sibe bang li her kesî bikin ku tevlî bibin."

Li Êlihê Newroz li taxa Pazaryerî hate pîrozkirin û bi deh hezaran kes tevlî bûn.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci destpêkê axivî û Newroz li deh hezaran mirovên li qadê pîroz kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî anî ziman ku di Newroza 2025'an de kêliyên dîrokî diqewimin.

Bayindir got, "Ev serdem serdema çareseriyê ye" û bi vî rengî dewam kir, "Ji ber vê yekê gelên cîhanê piştgirî dane. Em dibînin ku bi sed hezaran mirovên îro ev qad dagirtine piştgiriyê didin vê bangê."

Bayindir nerazîbûn nîşanî komkujiya li Kobanê da ku di encama êrişa dewleta Tirk de zarok hatin qetilkirin û got, "Divê AKP û Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Divê destên xwe yên qirêj ji Rojava vekişînin, li wê derê azadî heye."

Bayindir diyar kir ku Êlih 'bajarê Egîdan' e û bal kişand ser Newroza Amedê ya 21'ê Adarê bê lidarxistin.

Bayindir got, "Sibe li Amedê wê Newroz bê pîrozkirin. Em bawer dikin ku peyama Birêz Ocalan di Newrozê de bibihîzin. Em ê ji bo sibe bang li her kesî bikin. Sibe ew Newroz wê bi milyonan mirovî deriyê aştiyê veke. Gelê Batmanê ji vê re amade ye? Berpirsyarî li ser milê me hemûyan e. Gelê Kurd ketiey pêvajoya azadiyê, xwedî hêviyeke mezin e, lewma kes nikare vê asteng bike. Ev rê rêya edalet, aştî û rûmetê ye. Newroz li gelê Kurdistanê û gelên bindest pîroz be. Bila bibe wesîelya azadî, aştî û serketinê. Bila Newroza îsal bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan."

Piştî axaftinan Koma Aryen derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.