Li Qeledizê, Silêmanî û Kerkûkê agirên Newrozê hatin pêxistin
Gelê Başûrê Kurdistanê ku li Qeledizê, Silêmanî û Kerkûkê li hev civiyan, agirên Newrozê pêxistin û li dora wê govendê gerandin. Gel xwest ku Newroz bibe wesîleya yekîtiya Kurd.
Gelê Başûrê Kurdistanê ku li Qeledizê, Silêmanî û Kerkûkê li hev civiyan, agirên Newrozê pêxistin û li dora wê govendê gerandin. Gel xwest ku Newroz bibe wesîleya yekîtiya Kurd.
Gelê Başûrê Kurdistanê ku li Qeledizê, Silêmanî û Kerkûkê Newrozê bi coş pîrozkirin.
QELEDÎZ
Di saetên êvarî de li navçeya Qeledizê ya ser bi îdareya Raperîn bi pêşengtiya serokê şaredariyê li Girê Husnî agirê Newrozê hate pêxistin.
Di pîrozbahiyê de nûnerên gelek partî û hîzban û xelkê herêmê bi cil û bergên Kurdî bi pêxistina agir Newrozê pîroz kirin.
Welatiyên tevlî pîrozbahiyê bûn gotin: “Em hêvîdarin ku ev Newroz bibe sedemê yekgirtina gelê Kurd û çareseriya hemû krîz û pirsgirêkên gelê Kurd.”
SILÊMANÎ
Wek kevneşopiyekê dîsa li girê Mameyare ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek kesî û çalakiyên hûnerî yên Kurdî bi dirûşma ‘Agirê Newroz Ronahiya Rêya Bîra Nû ya Sala Kurdî ye’ agir hate pêxistin û Newroz hat pîrozkirin.
Piştî pêxistina agirê Newrozê gelek çalakiyên hunerî hate lidarxistin û govend hate gerandin.
KERKÛK
Di saetên êvarî de li Kelha Kerkûkê bi tevlîbûna Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Teha, nûnerên partiyên siyasî û xelkê Kerkûkê agirê Newrozê hate pêxisti û hem Newroz û hem jî salvegera Raperîna Kerkûkê hate pîrozkirin.
Ji ber avaniya pir çandî ya Kerkûkê gelek gelên cuda tevlî Newrozê bûn û govend gerandin