Bakirhan: Pisûlaya me Abdullah Ocalan e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Newroza li Sêrtê axivî û got, "Pisûlaya me Birêz Ocalan e, rêgeha me 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' e."

PÎROZBAHIYA NEWROZÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya li Sêrtê li taxa Barişê pêk hat. Girseya gel bi kincên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bû. Pîrozbahiyê de bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna demokrasî û azadiyê destpê kir. Dirûşma 'Bijî Serok Apo' li qadê bilind bû.

Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Eşref Tekîn axivî û got, "Bila Newroza îsal bibe wesîleya aştî, azadî û yekîtiyê. Banga aştiyê ya ji Birêz Ocalan hat, em ji qada Sêrtê silav dikin. Ji bo ev bang pêk were em ê bi berpirsyarî rabin."

Piştre hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û hunermendên herêmê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî li pîrozbahiyê axivî û got, "Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Abdullah Ocalan mohra xwe li Newroza 2025'an xist. Di hevdîtina li Girava Îmraliyê de min silavên Birêz Ocalan ji xelkê Sêrtê re anî. Em jî Newrozê li Birêz Ocalan pîroz dikin, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin.

Ti carî me Newroz ewqasî nêzî aştî û azadiyê pîroz nekiribû. Birêz Ocalan ji bo polîtîkaya înkar û redkirinê ya li Tirkiyeyêb iqede û Kurd bi zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe bijî ev bang kir."

Tûncer Bakirhan di dewama axaftina xwe de got, "Ne tenê Kurd, bang her wiha li hemû karker û kedkarên li Tirkiyeyê hate kirin û got, "Eger em pêwîstiyên vê bangê karibin bi cih bînin, em ê bi hev re Tirkiyeyeke dûrî şer û mêtingeriyê ava bikin. Hinek ên ji xwe nizanin radibin dibêjin, 'Kurd têk çûn, lewma ev bang kirin'. Berevajî vê yekê, di banga Birêz Ocalan de serketî yan jî têkçûyî nîne. Aştiyeke bi rûmet heye. Birêz Ocalan dibêje, 'Serketiyê şer nîne, lê belê aştî wê bi 85 milyon mirovî bide qezençkirin, wê nehêle ciwan bimire'. Lewma ev bang banga aştiyeke bi rûmet û jiyaneke wekhev e. Em hatine wê astê ku di vê rêyê de bimeşin. Pisûlaya me Birêz Ocalan e, rêgeha me 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' e. Heta ku rêya me diyar be û pisûlaya me xurt be em ê rojên tarî têk bibin û bigihêjin ronahiyê."

Piştre agirê Newrozê hate dadan. Pîrozbahiyê bi gerandina govendê dewam kir.