BI DÎMEN

Gel ji bo Newrozê diherikin Binarê Qendîlê

Ji bo pîrozbahiya Newroza Qendîlê bi hezaran kes berê xwe dan qada Newrozê. Gelê ku xwe gihandine qadê ji niha ve bi vêxistina agir û gerandina govendê Newrozê pîroz dikin.

Şêniyên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo pîrozkirina Newrozê ji niha de diherikin qada Newrozê ya li Binarê Qendîlê. Bi hezaran kesên ku xwe gihand qada Newrozê agir vêxistin û li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.

Li Qada Newrozê bêyî navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin û alên PKK’ê û wêneyên Rêber Apo hatin hildan.

Kesên tevlî pîrozbahiyê bûne diyar kirin ku bi boneya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo du cejnan bi hevre pîroz dikin.

Ji niha ve gel û girse ji coşa Newroza sibe re amade ye.

Hêjayî gotinê ye ku her sal wek kevneşopiyekê li qûntara Qendîlê bi beşdariya dehan hezar kesî Newroz tê pîrozkirin û peyamên girîng tên dayîn.