Hikûmeta Başûr dest bi desgîrkirina birîndar û çalakvanan kiriye

Piştî xwepêşandanên di serî de li Silêmanî, Kelar, Ranya, Germiyan, Seyîdsadiq ên ji ber nebûna xizmetguzarî, kar, mûçe û gendeliyê hatibûn destpêkirin, piştî ketin û derketina bajaran hate qedexkirin, hêzên ewlekariyê dest bi destgîrkirinê kirin.

Di xwepêşandanan de heta niha 6 kes mirin, bi dehan çalakvan jî birîndar bûne. Piştî ketin-derketina 4 bajaran hatin qedexekirin û şûnde hêzên ser bi PDK û YNK’ê dest bi destgîrkirina birîndar û çalakvanan kirin.

ŞÊLADIZ

Li bajaroka Şêladizê ya ser bi Dihokê di çarçoveya nerazîbûnên li dijî gendelî, krîza aborî, nedayîna mûçe û nebûna xizmetguzariyê duh êvarî welatî ji bo lidarxistina xwepêşandanê kom bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin, di destpêka kombûnê de, hejmarek zêde ya çekdarên PDK’ê li navçeyê belav bûn û mûdaxeleyî çalakgeran kir. 10 kesên ku piranî ji eşîra Rêkanî ne girtin. Herwiha kesek jî birîndar kirin.

Heta niha ew hêzên PDK’ê li navçeya Şêladizê ne û li ser navçeyê serdest in. Rê li her kombûn û çalakiyê digirin.

Tevî van hemû astengiyan jî nerazîbûna xelkê bi taybet ya eşîreta Rêkanî li dijî desthilata PDK’ê zêde dibe.

BIRÎNDAR TÊN DESTGÎRKIRIN

Tora Parastina Tendirustî ku ji komek tenduristkar, çalakvan pêk tên û parastina mafê beşa giştî ya tendirustiya herêmê dikin, bi daxaniyekê ragihand ku birîndarên di nexweşxaneyan de tên derman kirin, ji aliyê polîsan ve têne destgîrkirin.

Tora Parastina Tendirustî kiryara hêzên polîsan weke kiryarek ne mirovane bi navkir û bi tûndî şermezar kir. Her wiha bang li rêxistinên navnetewî jî hate kirin da ku ji bo dawî anîna kiryarên bi vî awayî, zextê li Hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Me di nava çend saetên dawî de bi fermî agahiyan bi rêxisitina Tenduristiya Cîhanê re parvekiriye. Divê ti birîndarên di nava nexweşxaneyan de têne derman kirin neyên destgîrkirin.”

BALEKAYETÎ

Li herêma Balekayetî ku ji navçeyên Çoman, Hacî Omeran, Qesrê, Gelale û Simîlan pêk tê, PDK’ê ji ber tirsa xwepêşandanan hêzêk zêde lê bi cih kiriye.

Duh li navçeya Çoman hejmarek ciwan amadekariya xwepêşandanê dikirin, lê demildest hêzên PDK’ê belav kirin.

Herwiha li Qesrê şeva borî hejmarek ciwan xwepêşandan kirin. Lê asayîşa PDK’ê hemû ciwan girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Navê hinek ciwanên şava borî li Qesrê hatin girtin wihane;

Îbrahîm Cebar, Zana Hemed, Barzan Kakemîn, Karzan Kakemîn, Ziryan Kakemîn, Bawer Îzet û Amad Ehmed.