Girtiyê siyasî Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate tehliyekirin

Hayrettîn Ekînci yê ku tehlîyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin, hate tehliyekirin. Tehliyeya Ekîcî ji ber ku wî gotibû; ‘’ez ne poşman im’’ hatibû taloqkirin.

Hayrettîn Ekincî yê (63) ku li Gîrtîgeha Girtî ya Aliaga Şakran a Hejmar 2 ya Îzmîrê dihate rehîngirtin hate tehlîyekirin. Hayrettîn Ekîncî tevî ku cezayê xwe yê 30 salan temam kiribû û ferzkirina ‘’poşmantiyê’’ qebûl nekiribû cezayê tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. 

Ekîncî yê ku 30 sal û 6 mehan rehîn hate girtin, li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbata xwe, rêveberên Komeleya Piştevanî û Aliyariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate pêşwazîkirin. 

Ekîncî anî ziman ku wan li hemberî ferzkirina ‘’poşmantiyê’’ û her cure polîtîkayên çewisandin û binpêkirinên mafan li ber xwe  dane.

Ekîncî wê sibehî siharê bi balafirê derbasî, bajarê xwe Amedê bibe. Tê payîn ku Ekîncî wê sibehî di saet 09.00’an de li Amedê be.