Navendên PDK û YNK’ê yên li Seyîdsadiq şewitandin 

Di xwepêşanên gel ên li Başûr ên ji ber nebûna xizmetgûzarî û rewşa xirab a herêmê de li Seyîdsadiq navendên PDK’ê û YNK’ê hatin şewitandin. Di xwepêşandanan de zarokek birîndar bû.

Xwepêşandanên gel ên Başûrê Kurdistanê ku ev hefteyeke di serî de li Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Qelediz, Kelar, Seyîdsadiq û gelek navendên din ji ber nebûna xizmetgûzarî destpêkiribû îro dewam kir.

Xelkê navçeya Seyîdsadiq dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya herêmê daketin qadan. Xwepêşandan dewam dike, welatiyan 5 baregehên partiyên siyasî yên PDK, YNK, Yekgirtû û Komeleya Îslamî şewitandin.

Hate ragihandin ku di xwepêşandanan de zarokek bi guleyan birîndar bûye.

Xwepêşander daxwaza asayîkirina rewşa herêmê dikin û dixwazin mûçeyê wan were belavkirin. Heya van kêliyan jî xwepêşandan dewam dike.