Tevgera Azadî li ser xwepêşandanên Başûr daxuyaniyek da

Tevgera Azadî derbarê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da bang li hemû welatiyan kir da ku xwe bi rêxistin bikin û bi hev re ji bo jiyanek azad û demokrat têbikoşin.

Bi rojane li Başûrê Kurdistanê bi taybet li herêma Silêmaniyê xelk ji ber nebûna xizmetgûzarî, mûçe û bêkariyê di nava xwepêşandanê dene. Tevgera Azadî derbarê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye:

“Bi salane xelkê Herêma Kurdistanê daxwaza mafê xwe dikin, lê mixabin encama siyaseta ne demokratîk ya hemberî maf û azadiya welatiyan, rewşa nerazîbûnan gihandiye astek ku tundûtujiya metirsîdar çêbibe.

‘DAXWAZÊN GEL REWAN E, PIŞTGIRÎ DIKIN’

Xwîna ciwanan ji berjewendiyên kesî û hizban girîngtir e, bi awayek sivîlî guh nadin daxwazên gel. Em weke Tevgera Azadî xema malbata şehîd Ako Selman û Adem Yehya par ve dikin. Sebrê ji bo malbatên wan û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Divê xwepêşanderên hatîn destgîrkirin, di demek zû de werin berdan, em bi zelalî dibêjîn, daxwazên welatiyan rewa ne û em piştgiriya daxwazên wan dikin. Em ji bo guhertina modela rêvebirin û derbazkirina vê rewşê xwedî projene. Ji bo vê jî têkoşîna sivîlî rewa ye, encamgire û bi destkefte. Em bikaranîna çekan ya ji aliyê hêzên asayîşê ve şermezar dikin, bang li wan dikin da ku berê çekên xwe nedin, xwişk û birayên xwe.

‘JI TUNDÛTÎJÎ XWE DÛR BIGIRIN, BI HEV RE XWE RÊXISTIN BIKIN’

Em bang li ciwan, endam, dost û hemû gelê xwe dikin, xwe ji tundûtujiyê dûrbixin. Em nerazîbûna we fam dikin, lê bi vî awayî ne çareseriye. Rewatiya daxwazan jî paş dixe, di heman demê de bêndeng kirin û tundûtjiyê jî ji bo desthilatê dike hêcet. Di encamê de jî bê ku bigihin armanca xwe, dawî lê tê. Em banga xwe rêxistinkirinê û projeya guhertina sîstemê dikin. Em jiyanek azad û demokrat dixwazin. Ji bo vê jî em dikarin bi hev re xwe rêxistin bikin, bi vê yekê jî em dikarin zextên bi bandor bikarbînin û xwe bi hêztir bikin.”