‘Kuday ji ber ku nehat berdan jiyana xwe ji dest da, berpirsyar dewlet e’

OHD’ê diyar kir ku berpirsyarê mirina girtî Abdûlkadîr Kûday ê tevî nexweşiyên xwe yên giran nehate berdan dewlet e.

Girtî Abdûlkadîr Kûday ê tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dijiyan nehate berdan duh di saetên serê sibê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kûday ê duh êvarî ji Saziya Tiba Edlî hate wergirtin îro li bajarê wî Mêrdînê hate veşartin. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ji bo Kûday li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 

Parêzera Kûday, Eda Onal a di civînê de axivî, diyar kir ku tevî ji aliyê ATK’ê ve 3 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” hatiye dayîn jî muwekîlê wê nehatiye berdan û wiha got: “Bi hinceta cezayê girtîgehê yê muebeda giran lê hatiye birîn û bi tu awayî nikarin navberê bidin înfaza wî nehatiye berdan. Tevî ku DMME eşkere kir ku ev yek li dijî qanûna êşkenceyê ye Abdûlkadîr Kûday ji aliyê hemû rayedaran ve li girtîgehê terkî mirinê hate kirin. Serlêdana herî dawî me kirî jî beriya 10 rojan hate redkirin. Piştî vê biryara AYM’ê me Abdûlkadîr Kûday winda kir.”

Endamê OHD’ê parêzer Sîdar Perçîn jî bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Kûday û bi bîr xist ku hemû hewldanên di nava pêvajoyê de hatine kirin bêencam mane. Perçîn, da zanîn ku ji ber nexweşiya Kûday pêş ketibû di nava sala 2024’an de gelek caran bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê û destnîşan kir ku serlêdana bi daxwaza berdanê di 3’yê Îlona 2024’an de ji AYM’ê re hatiye kirin nehatiye qebûlkirin. 

Perçîn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê yê li girtiyên siyasî tê birîn rê li berbinpêkirinên ku dibin sedema mirina wan vedike, ev yek bûye pratîkek û wiha got: “Em hînî vê pratîkê nabin û em careke din dubare dikin ku em hesaba binpêkirinên mafê jiyanê yê hemû girtiyên nexweş li pêşberî hiqûqê bipirsin. Ji ber ku di çarçoveya rêziknameyên navneteweyî û neteweyî û biryarên dadgeriyê de dewlet yekser ji tenduristî û jiyana girtiyên li girtîgehan berpirsyar e.”

Yagmûr Kavak a li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) axivî, ji malbat û hezkiriyên Kûday sersaxî xwest û wiha got: “Em ji ber vê agahiyê gelek xemgîn in û gelek bi hêrs in. Helwesta dewletê bû sedema ku Kûday jiyana xwe ji dest bide. Gelek girtiyên ku ji ber cezayê girtîgehê yê girankirî li wan hatiye birîn nikarin ji xizmetên tenduristiyê li gorî rûmeta mirovahiyê sûdê bigirin hene. Mafê muwekîlên me yên ku ji hezkiriyên xwe xatir bixwazin jî nîne. Di şexsê Abdûlkadîr Kûday de em ê li dijî pêkanînên li girtîgehan têkoşîna hevpar bidomînin.”