Li Başûrê Kurdistanê di çalakiyan de 6 kes mirin

Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî li herêmên girêdayî Silêmanî di çalakiyên du rojên dawîn de ji ber êrîşên hêzên ewlekariyê yek jê zarokê 12 salî, herî kêm 6 kes mirin.

Di nava rojê de li Seyîdsadiq, Tekye, Qeladiz, Çemçemal, Xûrmal, Kifrî, Zerayen, Pîremegrûn, Şarezû û Ranyayê de çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

Berêvarî li Ranyayê di navbera çalakger û hêzên ewlekariyê de şer çêbû. Di vî şerî de 3 çalakger birîndar bûn.

Li Kelarê ya bi ser Germiyanê jî ber destê êvarê gel daket kolanan. Hêzên ewlekariyê gule li çalakgeran reşand û çalakgeran jî bi keviran li ber xwe dan.

Li bajaroka Xurmalê jî avahiyên hin partiyan û saziyên hikumetê hatin şewitandin.

Li bajaroka Tekye ya Çemçemalê jî hêzên asayîşê gule li çalakgeran reşand. Di vê êrîşê de ciwanekî 28 salî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 4 kes jî birîndar bûn. Li vê derê avahiya PDK’ê hate şewitandin.

Wekî roja Duşemê li navçeya Seyîdsadiqê bi hezaran kes daketin qadan û hêzên ewlekariyê gule li girseyê reşand. Di vê êrîşê de zarokê 12 salî yê bi navê Herêm Elî jiyana xwe ji dest da. Di heman xwepêşandanê de jî ciwanê bi navê Emir Ubed ê 16 salî jî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hejmara kesên roja Sêşemê jiyana xwe ji dest dan jî bû 3. Roja Duşemê li Çemçemal, Derbendîxan û Kifriyê jî 3 kes bi guleyên hêzên ewlekariyê hatibûn kuştin.

Di nava rojê de gel li Qeladiz, Pîremegrûn û Zerayenê daketin qadan.

Berêvarî hemû xwepêşandan bi dawî bû û herî kêm 13 kes birîndar bûn.

Çalakiyên protestoyê yên li Başûrê Kurdistanê di 2’ê Kanûnê de dest pê kir. Karmendên ku bi mehan e nikarin meaşên xwe bistînin, hikumeta herêmî, nelirêtî û gendeliyan protesto dike.

Di 6’ê Kanûnê de çalakî zêde bûn. Li gelek navçeyên Silêmanî PDK û YNK di serî de avahiyên hemû partiyên siyasî hatin şewitandin. Di heman demê de çalakgeran gelek saziyên hikumetê jî şewitand.