Meha Îlonê herî kêm 152 karker li Tirkiyeyê mirin

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di nava meha Îlonê de herî kêm 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan ku 11 ji wan jin bûn.

Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) Rapora Cînayeta Kar a Îlona 2024’an eşkere kir. Li gorî raporê di meha Îlonê de 152 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji 152 karkeran 11’ên wan jin in.

Di raporê de hat gotin ku di 9 mehên ewil ên sala 2024’an de hezar û 371 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di nav kesên meha îlonê de jiyana xwe ji dest dane 3’yê wan zarok in, 10’ê wan jî karkerên penaber in. Herwiha di raporê de hat diyarkirin ku di nava salekî dawî de herî kêm 66  karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hat gotin ku herî zêde cînayetên karkeran di înşeatan de pêk tên û derbarê cînayetên kar ên pîşeyan de ev tişt hatin gotin: “Di karê înşeat û çêkirina riyan de 42 karker; di karê çandinî û daristanan de 33 kedkar (18 karker û 15 cotkar); di karê guhezbariyê de 23 karker; di karê bazirganî, buro, perwerde û sînemayê de 8 karker; di karê madenvaniyê de 7 karker; di karûbarên metalê de 7 karker; di karê konax û şahiyan de 6 karker; di şaredarî û karên giştî de 6 karker; di karê kaxizê de 4 karker; di karê parastin û ewlehiyê de 4 karker; di karê xurek û şekirê de 2 karker; di karê petro-kîmya û lastîkê de 2 karker; di karê çîmento, ax û camê de 2 karker; li gorî daneyên ku me bi dest xistine û nekariye qadê kar diyar bikin de 6 karker jiyana xwe ji dest dan.