Li Silêmaniyê navendên PDK û YNK’ê hatin şewitandin-NÛ BÛ

Li navçeya Pîremegrûn a Silêmaniyê çalakgeran navendên PDK û YNK’ê şewitandin.

Li Başûrê Kurdistanê aloziya aboriyê didome. Çalakiyên karker û karmendên ku meaşên xwe nestandine, zêdetir bû.

Berêvarî li navçeya Pîremegrûnê ji ber meaş û krîza aboriyê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Çalakgeran girtin ser avahiya komîteya YNK’ê. Piştî ku avahî hate valakirin, avahî hate şewitandin.

Çalakgeran piştre berê xwe dan nûnertiya PDK’ê. Peywirdarên li avahiyê gule li ser çalakgeran reşand. Li ser medyaya dîjîtal hin dîmen hate weşandin û tê dîtin ku çalakgeran avahiya PDK’ê şewitandine.

Çalakiyên li navçeyê didome û çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çalakgeran ji bo şewitandina hemû avahiyên partiyan bang kirine.