Li Başûrê Kurdistanê di protestoyan de 2 kes mirin

Li Başûrê Kurdistanê di protestoyên krîza aborî û nedayîna meaşan de herî kêm du kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn. Di xwepêşandanan de hemû avahiyên partiyan hatin şewitandin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê li Kifrîya Germiyanê berêvarî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin û avahiya YNK’ê hate şewitandin.

Dema ku avahî hate şewitandin hêzên ewlekariyê gule li çalakgeran reşand û Ako Selman (17) ji ber van guleyan jiyana xwe ji dest da.

Çalakgeran berê xwe dan avahiyên PDK û Goranê lê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Berêvarê li Çemçemalê jî ciwanekî 16 salî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ciwanê bi navê Adem Yahha bi guleyên hêzên PDK’ê jiyana xwe ji dest da.

Li Ranyayê jî şer çêbû. Ji ber şerê di navbera hêzên ewlekariyê û çalakgeran de 20 çalakger birîndar bûn, evqas çalakger jî hatin destgîrkirin. Çalakiya protestoyê bi qasî 3 saetan domiya.

Li Seyîd Sadiqa Silêmanî jî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin û avahiyên gelek partiyan hate şewitandin.

Li Seyîd Sadiqê avahiyên PDK, YNK, Komela Îslamî, Yekgirtûy Îslamî, Goran, mal û avahiya kaymakam û navenda polîsan hate şewitandin. Hate diyarkrin ku di van xwepêşandanan de gelek kes birîndar bûne lê bîlançoya rastîn nehate bidestxistin.