Ketin-derketina 4 bajaran li Başûrê Kurdistanê qedexe kirin

Ketin-derketina bajarê Silêmanî, Helebçe, Ranya û Germiyan ên Başûrê Kurdistanê bi hinceta xwepêşandanan hatin qedexekirin.

Xwepêşandanên di rojên borî yên ji ber nebûna xizmegûzarî, mûçe û bêkariyê destpê kiribû dewam dike. Ketin-derketina 4 bajaran hate qedexekirin.

Di xwepêşandanan de heta niha 6 kes mirin, bi dehan çalakvan jî birîndar bûne. Navenda çalakiyan Silêmanî Heleçe, Germiyan û Raperîn hate ragihandin ketin-derketin di nava 24 saetan de hatiye qedexekirin. Biryara ku ji aliyê Desteya Ewlekariya Bilind a Silêmaniyê ve hate giritin, qedexeya ku duh saet 00:00’an destpê kir wê heta 9’ê Kanûnê saet 00:00’an dom bike.

Di daxuyaniya hate dayîn de ev hate gotin: “Ji bo aramî û ewlekariyê biryar hate girtin ku li Silêmanî Helebçe, Germiyan û Ranyayê ji bo 24 saetan ketin-derketin hatiye qedexekirin. Qedexe hemû herêmên bajar digire nava xwe derbasdar e.”