Li Başûrê Kurdistanê protesto berbelav dibin

Li Başûrê Kurdistanê li dijî hikûmeta xwecih û partiyên siyasî çalakiyên protestoyî berbelav bûn. Li gelek bajaran avahiyên partiyan hatin şewitandin, bi kêmanî 2 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn û hatin destgîrkirin.

Ji ber sedema ku bi mehan e meaşên memûran nayê dayin û meaşê wan hate kêmkirin ev bû sedema ku hêrsa gel rabe.

Çalakiyên protestoyî ku bi rojan e didome van çend rojên dawî geştir bû. Nexasim Duşemê êvarî li gelek bajaran çalakî hatin kirin, hemû partiyên siyasî bûne hedef, avahiyên partiyan hatin şewitandin. Duşemê di çalakiyan de 2 çalakgera şehîd bûn, bi dehan jê birîndar bûne û bi dehan hatin destgîrkirin.

ŞAREZUR

Li Şarezûrê ya Silêmanî çalakî derengiya şevê li bazara bajêr dest pê kir, gel li kuçeyan agir vêxist û rê li trafîkê kir. Hêzên çekdar ên bi ser partiyan ve bi guleyên rastî êrîş birin ser gel û ciwanek birîndar bû. Ciwanê ku ji piyê xwe birîndar bûyî rakirin nexweşxanê.

DERBENDÎXAN

Derengiya şevê li Derbendîxanê ya Silêmanî jî gel derkete derve, avahiya qeymeqamî û Tevgera Goran şewitandin. Çalakgeran berê xwe dane avahiya PDK'ê, bi çekan êrîş çû ser gel, di encamê de çalakgerek birîndarb û. Her wiha hêzên çekdar ên li ber avahiya YNK'ê jî êrîş bire ser çalakgeran.

GERMIYAN

Çalakgeran avahiya Goran a li Kelarê ya Germiyanê dane ber keviran, hêzên çekdar li çalakgeran reşandin. Li bajarokê Kifrî jî êvarî avahiya YNK'ê hate şewitandin. Dema ku avahî hatî şewitandin ciwanê bi navê Ako Selman ê 17 salî bi giranî birîndar bû. Hate gotin Selman nefilitiye. Çalakgeran berê xwe dana partiyên PDK'ê û Goran.

Li Çemçemalê jî ciwanekî 16 salî şehîd bû, 2 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ciwanê bi navê Adem Yahya ji ber êrîşa çekdarî ya hêzên bi ser PDK'ê ve jiyana xwe ji dest daye.

RANYA

Li Ranyê jî hêzên çekdar êrîş birin ser çalakgeran, derdora 20 çalakgeran birîndar bûne, ew qas jê jî hatin destgîrkiri. Çalakiyên protestoyê bi qasî 3 saetan dom kir.

SEYID SADIQ

Li Seyîd Sadiqê avahiyên PDK, YNK, Komela Îslamî, Yekgirtûy Îslamî, Goran, mal û avahiya kaymakam û navenda polîsan hate şewitandin. Hate diyarkrin ku di van xwepêşandanan de gelek kes birîndar bûne lê bîlançoya rastîn nehate bidestxistin.

BI DEHAN KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li gorî agahiyên xwecih vê heftiya daw3i li herêmê bi dehan kes hatine destgîrkirin. Hê hijmareke zelel nehatiye bidestxistin. Lê li gorî agahiyên ku ji gelek bajaran tên, gelek kes hatine destgîrkirin. Derheqê rewşa kesên destgîrkirî ti agahî nehatiye standin.

ZEXTA LI SER MEDYAYÊ ZÊDE BÛ

Rêxistinên mafê mirovan ji ber zextên zêde yên hêzên çekdar bi fikar in. Duşemê asayîşa bi ser partiyan ve bi ser televizyona NRT'ê ve girt, bûroyên wê yên li Silêmanî gritin û weşana zindî dane rawestandin. NRT ya rêveberê partiya siyasî Naway Nwe Şaswar Evdilwahid e. Hemû organên çapemeniyê yên  li herêmê bi ser partiyên siyasî û şexsan ve ne. Li gorî halê fermî azadiya çapemeniyê ev 10 sal in li başûr heye lê.