Cerdevanên nexwestin tevlî operasyona dagirkeriyê bibin ketin ber lêpirsînê

Li Wanê 6 cerdevanên ku ji bo tevlîbûna li operasyona dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê bang li wan hate kirin, li ber vê yekê rabûn. Lewma çekên wan hate desteserkirin û ketin ber lêpirsînê.

Fermandariya Alaya Wanê 400 cerdevan ji bo tevlîbûna li operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê wezîfe kir.

150 cerdevan ji navçeya Elbakê, cerdevanên din jî ji navçeyên Çaldiran, Şax û Erdîşê hatin hilbijartin. Dihate plankirin ku ev cerdevan 18'ê Cotmeha 2024'an ber bi herêma Başûrê Kurdistanê ve biçin.

Lê belê gelek cerdevan li ber vê biryarê rabûn û gotin, "Em cerdevanên gund ên demkî ne, tenê ji bo parastina gundê xwe wezîfedar in, em komando nînin." Li ser vê yekê sercerdevan Nedîm Yîgîter bi cerdevanan re axivî û gef li wan xwar.

Li gorî agahiyan, Nedîm Yîgîter ê ku xizmetê ji artêşa Tirk a dagirker re dike ji cerdevanan re gotiye, "Eger hûn tevlî van operasyonan nebin em ê we weke alîgirê rêxistinê bibînin. Bila her kes rahêje çeka xwe û biçe cihê hatiye diyarkirin. Hûn ê xelata vê werbigirin, lê eger berevajî vê tevbigerin wê ji bo we nebaş bibe."

Li gel gefên Yîgîter jî ji gundê Aydemîrê 6 cerdevanan red kirin ku tevlî operasyonê bibin, lewma çeka wan hate desteserkirin. Li qereqola Eşmepinarê îfadeya cerdevanan hate wergirtin û lêpirsîn hate destpêkirin.

Ji bo operasyona dagirkeriyê cerdevanên ku ji Başûrê Kurdistanê re têne şandin, ji wan tê xwestin salekê li herêma dagirkirî bimînin û du mehan carekê serdana malbata xwe bikin.

Li Wanê salên derbasbûyî jî gelek cerdevanan red kiribûn ku tevlî operasyonên dagirkeriyê bibin û têkildarî wan lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.