JIN
Hemû Nûçe
-
Berdevka YJK-E'yê: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin, em ê nesekinin
Berdevka YJK-E'yê Kezban Dogan bi bîr xist ku çalakiya 15'ê Nîsanê ya li Strasboûrgê wê bi pêşengiya jinan bê lidarxistin û got, "Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin em ê nesekinin." -
KJK: Em berxwedana gelê Şirnexê ya li dijî êrîşa zayendî silav dikin
Koordînasyona KJK'ê daxuyand ku piştî hilbijartinan çeteyên şerê taybet li dijî jinên Kurd sûcê zayendî xistin meriyetê û got, "Divê her Kurdistanî li dijî kesên êrîşên tiryak-fuhûş-îstîsmara zayendî dimeşînin yekser bi xweparastinê bersivê bidin wan." -
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Hikûmet ji bûyerên li Şirnexê berpirsiyar e
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got: ‘’Hikûmet ji bûyera tacizê ya li Şirnexê û ji bûyerên piştre rû dane berpirsyar e.’’ Her wiha Meclîsa Jinan bal kişand ser destdirêjiya çawîşê pispor ê Tirk û berteknîşandana gel û jinan. -
SMJÊ: Li dijî tundiya li ser jinan bibin dengê xweparastinê
SMJÊ banga beşdarbûna kampanyaya ku TAJÊ di 10’emîn salvegera qirkirina Şengalê de bi dirûşmeya “Li dijî tundiya li ser jinê bibin dengê xweparastinê” dabû destpêkirin, kir. -
Li Ebexê mirina bi guman a jineke ciwan
Li navçeya Ebex a Wanê li taxa Cûmhûriyetê, jina 20 salî M.B. bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. -
Rapora Adarê: Zext û êrîşên li dijî rojnamevanên jin didomin
Li gorî rapora Adarê ya MKG’ê, 2 ji rojnamevanên jin hatin binçavkirin, 3 rû bi rûyê muamaleya xirab man, gef li rojnamevanekê hate xwarin. MKG’ê got: “Darizandina 10 rojnamevanan dewam dike, 7 rojnamevanên jin jî li girtîgehê ne.” -
Ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nameya ‘Abdullah Ocalan’
60 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, li dijî tecrîda Îmraliyê name ji desthilatdariyê re şandin û gotin: “Divê demildest tecrîd bê rakirin.” -
Li Hambûrgê şeva piştgiriya bi Jin TV re
Nûnera Jin TV Aysel Avesta anî ziman ku Jin TV 6 sal in bûye ziman û hêviya jinan û Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî got, "Xwedîderketina li Jin TV xwedîderketina li nasnameya xwe ye." -
Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê 5'emîn kongreya xwe li dar xist
Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê 5'emîn kongreya xwe li dar xist. Di biryarên di kongreyê de hatin girtin de beşdarbûna xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin derket pêş. -
Jinan ji bo Abdullah Ocalan qert şandin û şitil çandin
Li Bremenê jinan bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert şandin û şitil çandin. -
Jinên Kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Vatîkanê ne
Jinên Kurd di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" çûn Vatîkanê. -
Li Edene êrîşî xwendekara zanîngehê hate kirin
Li Edeneyê bi çekê êrîşî xwendekara zanîngehê Serbu Ece hat kirin. -
TJK-E kampanya ‘Hezar Jin Yek Deng’ da destpêkirin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), di çarçoveya pêngava "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de kampanya "Hezar Jin Yek Deng" da destpêkirin. -
8 jinên din ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn
8 jinên Kurdistanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4’ê Nîsanê de tevlî nava refên gerîla bûn. -
KJK: Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku sekn û îradeya li Wanê û Kurdistanê hate nîşandan hêvî mezin kir, biryardariya têkoşînê zêde kir û got, "Jin û gelên me yên berxwedêr bi ser ketin." -
Kongra Star rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir
Meclîsa Kongra Star bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand û got: “Azadiya Rêbertî azadiya jin û civakê ye.” -
TJK-E: 4'ê Nîsanê vejîna me ye jî
TJK-E'yê got ku em jinên Kurd rojbûna Rêber Apo weke vejîna jinên Kurd dinirxînin û bang li jinên Kurd kir ku beşdarî çalakiyên 4'ê Nîsanê yên ku wê li Ewropayê werin lidarxistin, bibin. -
PAJK: Rojbûna Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye
Koordînasyona PAJK'ê di peyama xwe ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got, "Zayîna Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye." -
Hejmara Nîsanê ya Newaya Jin hate weşandin
Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara Nîsanê bi manşeta "Zayîna ku azadiyê diafirîne" hate weşandin. Rojnameya ku li Ewropayê mehane tê weşandin, hejmara xwe ya 229'an çap kir. -
Li 3 bajaran jin hatin qetilkirin
Mêran li Mugla, Stenbol û Dîlok-Belqîsê 3 jin qetilkirin. -
‘Divê jin netewperestiyê derbas bikin û yekîtiyên konfederal ava bikin’
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû diyar kir ku divê jin netewperestiyê derbas bikin û yekîtiyên konfederal ên herêmî û gerdûnî ava bikin û got: “Dema em veguherîn sîstemeke gerdûnî, hingê em dikarin li dijî vê sîstemê têkoşîneke xurt bimeşînin.” -
KJK'ê bang li Kurdan kir ku dengê xwe bidin vîna xwe
Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya Hefteya Lehengiyê de soza berfirehkirina xeta serketinê da. KJK’ê bal kişand ser hilbijartinan û ev bang li Kurdan kir: “Di her şert û mercî de dengê xwe bidin vîna xwe, rêveberiya xwe û xwe." -
YJŞ tevlî kampanya 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' bû
YJŞ tevlî kampanya 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' bû û diyar kir ku ew amade ne bersivê bidin her cûre êrîşan û zilmê." -
Li Şirnexê danişîna 18 jinên ku rû bi rûyê tundiya polîsan man
Li Şirnexê nûçegihana Mezpotamya Ajansi (MA) Zeynep Dûrgût jî di nav de 18 jin di 25’ê mijdarê de rastî tundiyê hatin. Danişîna doza ku 18 jin jê tê darizandin hate lidarxistin. -
YJA Star: Serketin wê ya gelê me be
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Her jinek Kurd, ciwan, dayik û her mezinekî Kurd divê Newrozê bi rewşa xwe ya herî coş pêşwazî bike û veguherîne bingehê têkoşîna siberoja azad.