Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Hikûmet ji bûyerên li Şirnexê berpirsiyar e

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got: ‘’Hikûmet ji bûyera tacizê ya li Şirnexê û ji bûyerên piştre rû dane berpirsyar e.’’ Her wiha Meclîsa Jinan bal kişand ser destdirêjiya çawîşê pispor ê Tirk û berteknîşandana gel û jinan.

DAXUYANIYA MECLÎSAN JINAN A DEM PARTIYÊ

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê têkildarî bûyera destdirêjiya çawişê pispor ê Tirk daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Tevî ku tundî û qetlîamên li ser jinan roj bi roj zêde dibin, polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinên Kurd jî bi taybet bi destê artêşa Tirk a girêdayî hikûmetê jî her ku diçe tên zêdekirin. Polîtîkayên şerê qirêj ên desthilatdariya mêrparêz li Kurdistanê bi destê ‘hêzên ewlekariyê’ yên hikûmetê  tên meşandin.’’

Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin:

“Bûyera li Şirnexê ya tacîzê ya çawîşê pispor ê Tirk jî girêdayî polîtikaya şerê taybet a hikûmetê ye ku hikûmetê bi salan e Şirnex kiriye navenda van poliyîkayên xwe yên qirêj. Berteka gel û jinan helwesta li hemberî polîtikayên hikûmetê yên qirêj e. Hikûmet bi xwe ji bûyerên li Şirnexê berpirsiyar e. Ji bo ku hikûmet sûcên li dijî jinan, bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê rewa dike, ew bi xwe berpirsiyar e. Em ê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên ku jinan hedef digirin, bi awayê herî xurt têkoşîna xwe bidomînin. Em ê nehêlin ku hikûmet sûcên xwe yên li dijî jinan veşêre. Li dijî polîtîkayên şerê taybet yên hikûmetê em ê hevgirtin û rêxistinbûna xwe xurttir bikin û bersivê bidin polîtîkayên wan ên qirêj.

Em ê li dijî tundiya dewletê ya mêrparêz hevgirtina xwe xurttir bikin û em ê bi hev re jiyaneke wekhev, adil û azad ava bikin.’’