Li 3 bajaran jin hatin qetilkirin

Mêran li Mugla, Stenbol û Dîlok-Belqîsê 3 jin qetilkirin.

KOMKUJIYÊN LI DIJÎ JINAN

Jina bi navê Neşe G. ku li navçeya Ortaca ya Muglayê dijiya, rastî êrîşa çekdarî ya hevjînê xwe Vedat G. hat ku di qonaxa hevberdanê de bûn. Neşe G. di êrîşê de bi giranî birîndar bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Êrîşkar Vedat G. ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.

Cenazeyê Neşe G. ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.

DÎLOK

Li ser rêbeja Dîlok-Belqisê jî cenazeyê jineke ku bi çekê hatiye kuştin û nasnameya wê nehat diyarkirin hat dîtin. Welatiyên ku li ser rêyê jineke li erdê dirêjkirî û bêtevger disekinî dîtin, agahî dan cendirmeyan. Li ser vê yekê komên tenduristiyê û cendirme li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Hat zanîn ku welatî bi çekê hatiye qetilkirin.

Cenazeyê jina ku nasnameya wê nehat zanîn, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin

STENBOL

Li navçeya Avcilarê serap Yildiz ji aliyê hevjînê xwe Vehbî Yildiz ve bi çek hate kuştin. Kujer Vehbî Yildiz tevî çek hat binçavkirin. Li ser agahdarkirinê tîmên lêkolîn û polîs hatin cihê bûyerê. Hat zanîn ku di dema bûyerê kuştinê de zarok li malê bûn û bûne şahid. Cenazeyê Serap Yildiz birin Saziya Tipa Edlî.