KJK: Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku sekn û îradeya li Wanê û Kurdistanê hate nîşandan hêvî mezin kir, biryardariya têkoşînê zêde kir û got, "Jin û gelên me yên berxwedêr bi ser ketin."

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye:

"Em serketina dîrokî ya gelê me, jinan û hêzên demokrasiyê ya di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi îradeya xwe ya berxwedêr bi dest xistin, careke din pîroz dikin. Li gelek bajarên kurdistanê bi dengekî di asta rekorê de şaredarî hatin hilbijartin. Hewldana ji bo tayînkirina qeyûman li ser van şaredariyan, li Wanê li hemberî têkoşîn û berxwedana dîrokî ya gelê me têk çû. Xelkê me yê Wanê du roj/du şevan kolanên Wanê kir çepera têkoşîn û berxwedanê, xwedî li îradeya xwe derket, şaredariya ku bi hilbijartinê qezenç kir careke din bi berxwedanê qezenç kir. Bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedaneke dîrokî nîşan da. Di serî de hêzên demokrasiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, medya muxalîf û azadîparêz gelek derdoran helwesteke hevpar nîşan dan ku tevkarî li vê serketinê kirin. Xwedîderketina ku li Tirkiyeyê jî hate nîşandan bi navê azadî û demokrasiyê hêvî afirand. Em her kesên ku di vê yekê de ked û hewldana xwe heye, her kesên ku li ber xwe dan û piştgirî dan pîroz dikin.

Gotina Bertold Brecht a ku li hemberî faşîzma Hîtler got, 'Li cihê ku neheqî lê asayî bûye, berxwedan vediguhere wezîfeyekê' dîktatoriya ku li Tirkiyeyê bi cih dibe vedibêje. Xelkê me yê Wanê xwedî li îradeya xwe derket, bi helwesta xwe ya berxwedanê derbeke dîrokî li faşîzmê xist ku hewl dide li Tirkiye û Kurdistanê mayinde bibe. Bi vî rengî pêşî lê girt. Di heman demê de pîvana xeta berxwedanê ya dema nû jî diyar kir. Êdî wê pêvajoyeke welê hebe ku weke berî û piştî berxwedana Wanê bê pênasekirin. Pîvana têkoşîn û berxwedanê wê ji niha û pê ve li gorî vê xetê be. Tevî gelê me yê Wanê, di serî de Şirnex, Bedlîs, Qers û Riha gelê me xwedî li îradeya xwe derket, di vê oxirê de li kolanan têkoşiya û ji ber vê helwest û seknê em gelê xwe hemû pîroz dikin. Îradeya ku ciwanan nîşan dan ji bo doz û têkoşîna azadiyê ya gelê me girîng e.

Em helwesta berxwedanê ya jinan bi taybetî silav dikin ku di vê pêvajoyê de ji bo xwedîderketina li îradeya gelê me nîşan dan. Bi taybetî li hemberî her cûre êrîşên dijber ên li ser hevserokatî û hevtemsîliyetê hatin kirin, gelê me xwedî li îradeya jinê derket ku ev yek di asta dîrokî de hêja ye. Sekn û îradeya li Wanê û tevahiya Kurdistanê hate nîşandan, li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat serê gelê me bilind kir, hêvî mezin kir û biryardariya têkoşînê zêde kir. Her wiha xwedîderketina di asta navneteweyî de hate kirin bi navê gelên bindest, hêzên demokrasiyê û jinan bû cihê hêz û tevkariyê. Faşîzmê winda kir. Sekn û helwesta jin a azad û rêxistinbûyî bi ser ket. Em zanin ku wê bandoreke mezin li salên bê bike.

Me careke din bi şênberî dît ku ti astengî nîne ku bi berxwedan û têkoşîna kolektîf û rêxistinî ji holê neyên rakirin. Her wiha îrade û têkoşîna rêxistinbûyî yekane rêya serketinê ye ku her cûre êrîşan têk dibe. Ev pêvajo dewam dike. Faşîzmê derbeke mezin xwar û serberjêr bû. Ji bo faşîzm bi temamî bê têkbirin, pêvajoyeke hîn xurt û yekbûyî ya têkoşînê li benda me ye û divê em bi vê têgihiştinê têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Ji bo herêmên desteserkirî jinûve bê bidestxistin em têkoşîna xwe bênavber dewam bikin. Di heman demê de li hemberî êrîşên qirkirinê û dagirkeriyê yên nû ku faşîzm plan dike, pêvajoya berxwedanê û têkoşîna rêxistinbûyî ya bi rêbaza serhildanê li benda me ye. Em bang li jin û ciwanan dikin ku li hemberî van êrîşan berxwedanê mezin bikin, bi sekn û helwesta rêxistinbûyî bersivê bidin.

Em bang li jinên Tirkiyeyî hemûyan dikin ku li hemberî êrîş û kiryarên mejiyê serwer ê mêr, faşîzmê, ji bo temsîliyeta wekhev û azad, têkoşîn û berxwedanê hevpar bikin. Azadî û demokrasî di berpirsyariya hevpar a me hemûyan de ye û bi têkoşînê pêk tê. Azadiya jinê bi têkoşîn, sekn û berxwedana jinê ya hevpar a di asta herêmî û navneteweyî de dibe. Wezîfeya me hemûyan e ku destketiyên polîtîk ên di pêvajoya hilbijartinê de jinan afirandin li ser bingeha vê perspektîfê weke destketiyeke bê dîtin û parastin.

Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin. Em pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîle ji serketinên nû re."