SMJÊ: Li dijî tundiya li ser jinan bibin dengê xweparastinê

SMJÊ banga beşdarbûna kampanyaya ku TAJÊ di 10’emîn salvegera qirkirina Şengalê de bi dirûşmeya “Li dijî tundiya li ser jinê bibin dengê xweparastinê” dabû destpêkirin, kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya Şengalê (TAJÊ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dest bi kampanya xwe ya nû ya navneteweyî kiribû. Ev kampanya di 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê û qirkirina jinan de hat ragihandin. Kampanyaya bi şîara 'Li dijî tundiya li ser jinan bibe dengê xweparastinê' hat ragihandin wê heta 3’yê Tebaxa 2024'an dewam bike.
Rêxistina sîwanê ya Meclîsên Jinên Êzidî yên Elmanyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bi wêne, dîmen, nivîs, stran, helbest, mîtîng û gelek rêbazên din banga tevlîbûna kampanyayê kir.
Daxuyanî wiha ye:
 Di encama fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di sala 2015’an de li Şengalê hate avakirin. Di destpêkê de ev xebat tenê bi yek meclîsa jinan hate avakirin. Bi însiyatîfeke mezin û bi beşdariya bi sedan xebatkarên jin ev qad di demeke pir kin de veguherî tevgereke mezin a jinan. TAJÊ bi hezaran endamên xwe li dijî tundiya li ser jinan birêxistin dikin û bi vê hêza xwe ya hevpar bûye dengê xweparastina jinan.
Bi vî rengî TAJÊ weke aktorekî girîng û avaker li Şengalê xwe pêşxist.
Li ser vê bingehê niha ji gelek qadên rêxistinî yên girîng ên Rêveberiya Xweser a Şengalê berpirsyar in. Sala 2024’an ji bo me jinên Êzidî ji ber şerên hovane û tundiya li dijî mirovahiyê di vê serdema nû de xwedî taybetmendiyek e.
Îsal em dikevin 10’emîn salvegera jenosîd û kuştina jinan ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ji aliyê rêxistina terorîst a "Dewleta Îslamî" (DAÎŞ) ve hat kirin.
Di vê jenosîdê de bi deh hezaran mirovên ku nexwestin serî li îdeolojiya îslamî ya radîkal bidin, hatin qetilkirin, revandin an jî kole kirin.

DIVÊ PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ BÊ BIHÊZKIRIN 

Li gel hemû astengiyên dijwar jî bi deh hezaran kes li hemberî vê hêrsa wêranker li ber xwe dan. Jin û mêrên Êzidî tevlî şerê li dijî DAÎŞ'ê bûn û yekîneyên xwe yên parastinê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Ji ber ku wan cih û warên xwe neterikandin û dest bi avadaniyê kirin, gelek kesên jicîhûwarkirî teşwîq kir ku vegerin û li malên xwe bi cih bibin.
Armanca pêngava TAJÊ komkirina deng, îmze û piştgiriya jinan û rêxistinên jinan ên cîhanê ye. Di vê çarçoveyê de divê hevgirtin û têkoşîna jinan a navneteweyî bê dîtin û xurtkirin.
Weke Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê, ji destpêkê ve em bi TAJÊ re di nava têkiliyê de ne û di gelek mijarên cuda de hevkariyê dikin. Em jî bi beşdarbûna di vê kampanyaya hêja de piştgirî didin daxwaz û projeyên wan.
 Li ser navê SMJÊ em we vedixwînin ku bi şêweyên afirîner, bi wêne, vîdeo, nivîs, stran, helbest, mîtîng û gelek tiştên din beşdarî vê kampanyayê bibin.
 Em bi kêfxweşî we vedixwînin jinên delal ku hûn bibin yek ji dengên vê kampanyayê û bibin dengê xweparastinê. Em hêvî dikin ku hûn ê li ser vê bingehê bi awayên dewlemend beşdar bibin. Her wiha em ji we daxwaz dikin ku jin û rêxistinên din ên jinan ji bo tevlîbûna aktîf tevlî vê kampanyayê bibin.
Ji bo piştgirî û beşdarbûna kampanyayê; ji kerema xwe xebatên xwe yên li ser "Li dijî Tundiya li Ser Jinan Bibin Dengê Xweparastinê" berdewam bikin; Ji navnîşana e-nameyê [email protected] re bişînin.”