BI DÎMEN

Li Hambûrgê şeva piştgiriya bi Jin TV re

Nûnera Jin TV Aysel Avesta anî ziman ku Jin TV 6 sal in bûye ziman û hêviya jinan û Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî got, "Xwedîderketina li Jin TV xwedîderketina li nasnameya xwe ye."

JIN TV

Ji bo Jin TV ku bi hemû xebatkarên xwe yên jin jiyana jinê nîşan dide, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiyeke piştevaniyê hate lidarxistin.

Çalakiya piştevaniyê li taxa Harbûrgê pêk hat û ji bajarên Hambûrg, Bremen, Kîel, Stade, Wînsen-Lûhe û Lunebûrgê Kurdistanî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê ji nûnerên Jin TV Aysel Avesta axivî.

Avesta diyar kir ku Jin TV yekane televîzyon e ku bernameyên xwe hemû têkildarî jinan e û ji bo nîşandana hişmendiya heqîqetê ya jinê Jin TV xwedî roleke mezin e.

Avesta anî ziman ku Jin TV nêzî 6 sal in ziman û hêviya jinan e û wê vî karê xwe dewam bike. Avesta spasiya her kesên ku çalakiya piştevaniyê lidar xistin û ked dan, kir.

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz jî li çalakiya piştevaniyê axivî û qala hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê kir ku li Tirkiye û Kurdistanê pêk hat.

Sumeyye Boz bal kişand ser rola mezin a jinên Kurd a di serketina hilbijartinê de û ragihand ku jin TV di hişyarbûna jinên Kurd de xwedî mîsyoneke gelekî girîng e. Sumeyye Boz got, "Bi saya Jin TV li cîhanê û Kurdistanê em dikarin her tiştên têkildarî jinê bibînin. Xwedîderketina li Jin TV xwedîderketina li nasnameya xwe ye. Di hilbijartinên xwecihî yên li Mûşê de weke ku tê zanîn partiya me serketineke mezin bi dest xist. Jinên me kolan bi kolan, mal bi mal geriyan û kedeke mezin dan vê serketinê. Xebatkarên Jin TV ji bo ev ked bê dîtin bi şev û roj xebitîn. Lewma ez kedkarên çapemeniya azad careke din silav dikim."

Di çalakiya piştevaniyê de Sûna Alan, Kevana Zêrîn, Koma Jin TV û Koroya Zarokan hunera xwe pêşkêş kirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.