Kongra Star rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir

Meclîsa Kongra Star bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand û got: “Azadiya Rêbertî azadiya jin û civakê ye.”

4'Ê NÎSANÊ

Meclîsa Kongra Star bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke pîrozkirinê weşand.

Meclîsê diyar kir ku felsefeya Abdullah Ocalan gel li hev kom kirin, ji ber wê dewletên komploger beriya 25 salan bi komployeke kirêt bi destê dewleta Tirk a dagirker dîl girt û tecrîdeke giran lê ferz dike û 3 sal in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Meclîsa Kongra Star destnîşan kir ku tevî di vî warî de doz li dijî dewleta Tirk a dagirker hatin vekirin, lê tev hatin redkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: "Uslûba dan û standina dewleta Tirk a dagirker bi Rêber Abdullah Ocalan re, kiryarên dermirovî û exlaqî ne. Ruxmî wan kiryaran jî, lê dîsa jî nekarî gel ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe. Berovajî wê, îro ew bûye rêberekî cîhanî û çirûska çareserkirina pirsgirêkên li cîhanê. Ji bo wî 9’ê Cotmeha 2023’yan pêngavek li 74 navendan li seranserî cîhanê bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate ragihandin. Wek aliyên civakî, siyasî, çandî û alîgirên azadiyê em jî tevlî vê pêngavê bûn. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan hevalê jinan e û ji bo rizgarkirina wê ji koletiyê û çewisandinê, têkoşiya. Lewma em xwedî li doza wî derdikevin û ji bo azadiya wî em çalakiyan lidar dixin. Em bang li jinan dikin ku bibin yek û piştgiriya doza Rêbertî bikin, ji ber ku azadiya wî azadiya jin û civakê ye.”