8 jinên din ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

8 jinên Kurdistanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4’ê Nîsanê de tevlî nava refên gerîla bûn.

8 jinên ciwan ên Kurdistanî daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin: “Em ketin sala 26. a komploya navneteweyî. Ji roja ku Rêbertiya me di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin û heta roja îro di şexsê Rêbertiya me de hemû Kurdistan û gelê Kurd hewl da ku dîl bê girtin. Ji ber vê yekê berxwedana 26 salan a Rêberê me, hemû polîtîkayên îmha û qirkirinê pûç kir. Di vê wateyê de Îmraliyê li hemberî berxwedana bêhempa ya Rêberê me bandora xwe winda kir. Di vê wateyê de di şexsê modernîteya Kapîtalîst, li ser Kurdistanê 24 saetan taybet wek jinên ciwan li ser me polîtîkayên tirsandinê tê meşandin. Di şexsê Rêbertiya me de, jinên leheng ên Kurd, ciwanên Kurd û hemû gelê Kurdistanê bi salan e li berxwe didin. Parastina nasname, ziman û çanda xwe ya Kurdewarî bi jiyana demokratîk a azadiya jinê û yekîtiya hemû gelan pêkan e û berxwedana bi heybet a ku şert û mercên bi Rêber Apo re tê dayîn, nav û vîna serketinê ye.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Dîsa em weke jinên ciwan ên Apoyî diyar dikin ku em saniyeyekê jî bêyî Rêbertî qebûl nakin. Li hemberî komploya 1999’an şehîdên me yên leheng û fedaî bedena xwe kirin mertalên zindî û bi çerxeke ji agir berê xwe dan Rêber Apo. Em jinên ciwan li hemberî vê heqîqetê, bicihanîna rûmeta xwe ya mirovî û exlaqî berpirsyar dibînin. Li hemberî tecrîd û faşîzma 26 salan em bi vîn û ruhê şehîdên xwe berê xwe didin li Rêbertî û çiyayên azad didin.

Em weke jinên ciwan ên Rêber Apo diyar dikin ku em ê erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi gihandina tava xwe û Rêbertiya xwe pêk bînin.

Çawa ku di komploya sala 1999’an de jin û ciwanên Apoyî li dijî komployê herikîn çiyayên azad, em jî weke 8 jinên ciwanên Kurdistanê bi vê biryardariya xwe li dijî dagirkeriya li her çar parçeyên Kurdistanê serî hildidin. Di 4’ê Nîsana 2024’an de em berê xwe didin rojê, Rêbertiya xwe û tevlî nava refên gerîla dibin.

Rêheval Şehîd Bîşeng û Şehîd Sara ku di êrîşên Komara Faşîst û dagirker a Tirkiyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne, ji bo me jinên ciwan û jinên Kurd rêber in. Bîranînên rêhevalên me yên ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de nûnertiya ruhê berxwedêr ê jinên Kurd kirin, ji bo me jinên ciwan û ciwanan hêlînek e. Li ser vê bingehê em bi ruhê berxweder ên Şehîd Bîşeng û Şehîd Sara tevlî Rêbertî dibin. Em ê tola şehîdên xwe yên mezin hilînin û ji faşîzmê hesab bipirsin.

Rejîma faşîst, kolonyalîst a AKP-MHP’ê ku bi mejiyê xwe yê serdest a mêr razî ye û hêzên DYE û NATO’yê bi awayekî hovane polîtîkayên dagirkirin û tasfiyekirina gelê Kurd û xaka me ya Kurdistanê ya Rêbertiya me didomînin. Weke gelê Kurd û tevgera azadiyê em di pêvajoyeke şerekî şênber re derbas dibin. Gerîlayên YJA-STAR û HPG'ê bi îlhama berxwedana Rêbertiya me, bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metîna li her derê bi berxwedaneke mezin li ber xwe didin. Bi çalakî û operasyonan li hemberî hêzên faşîst û kolonyalîst li dijî her cure çekên kîmyewî û termobar, faşîzm rastî têkbirin. Hemû jinên ciwan û ciwanên Welatparêzên Apoyî dizanin ku li hemberî berxwedaneke bi vî rengî em ji her demê bêhtir nêzî azadî û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe ne. Em bang li hemû gel û ciwanên Kurdistanê dikin ku heta siya dijmin li Kurdistanê nehêlin, erkên xwe yên welatparêzî bi cih bînin.

Divê hemû ciwan, jinên ciwan û lehengên berxwedêr ên gelê Kurd zanibin ku; Jiyanek bi rastiya ku Kurdistan welatekî kolonî ye, bê guman ne jiyanek e. Ev jiyan jiyana koletiyê ye. Li Kurdistanê ku her roj qetlîamên bi vî rengî yên hovane li ser zarok û jinan, talankirin, tacîz û tecawiz tên kirin, ti carî derfetên jiyanê ne pêkan e. Divê nebe! Dîsa dixwazin di şexsê jinên Kurdistanê de xaka Kurdistanê talan û tecawizê bikin. Em pergala ku xwe di nava hovîtiyê de diafirîne qebûl nakin û divê qebûl nekin. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinên ciwan û ciwanên Apoyî dikin ku tevî refên azadiyê bibin. Divê em tu carî ji bîr nekin ku em ji bo dozek bi rûmet ketine rê. Em bang li her kesî dikin ku tevlî vê têkoşîna rûmet û azadiyê bibin.

Erka me ye ku em li ser şopa Şehîd Bîşeng û Şehîd Sara bimeşin û bi agirê şoreşê ber bi azadiyê ve bimeşin û dilsozê bîranînên wan bin. Divê her kes bizane ku têkoşîna nîvsedsalî ya Rêber Apo, têkoşîna azadiyê ye. Têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye. Weke jinên ciwan ku tu carî jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin, me soz da ku em ê di nava refên PKK - PAJK'ê de bi şervanên heqîqetê re bimeşin. Divê her kes bizane ku azadî tenê bi jiyaneke mirovî û bi rûmet pêkan e. Mafê her kesî heye ku weke jin û bi rûmet bijî. Em bang li ciwanên leheng û jinên ciwan ên Kurdistanê dikin ku li cem PKK û PAJK’ê têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku li çiyayên azadiyê yên ku derfetên jiyana azad pêk tên bi Rêbertî re hevdîtinê pêk bînin.”