Ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nameya ‘Abdullah Ocalan’

60 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, li dijî tecrîda Îmraliyê name ji desthilatdariyê re şandin û gotin: “Divê demildest tecrîd bê rakirin.”

JI GIRTÎGEHA JINAN A SÎNCANÊ NAME

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 37 meh in didome. Kampanyaya ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger de bûn. Girtiyan di 5’ê nîsanê de biryar girtin ku çalakiya xwe veguhêzin qonaxeke nû. Girtiyan biryar girt ku dadgehan boykot bikin û dernekevin hevdîtinê û bi telefonan re jî neaxivin.

60 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di vê çarçoveyê de nameyeke berfireh ji Wezareta Dadê, hikumet û berpirsyarên dewletê re şandin. Di nameyê de hate xwestin ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe ya di aştiyê de bilîze divê tecrîd were rakirin, azadiya wî ya fizîkî pêk were û şertên pêwîst werin bicihanîn.

Di nameya ku 60 jinan şandiye de, ev tişt hatin diyarkirin: “Em li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 60 girtiyên jin ên siyasî ne. Berdewamkirina polîtîkayên êşkenceyê û tecrîda girankirî ya li ser pêşengê aştiyê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, welate me ber bi kaosekê ve dibe.

Îro li sedan girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî bi grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê ya demildest têdikoşin. Divê ev deng demildest were bihîstin. Weke encam bang li desthilat, Wezareta Dadê û hemû berpirsyaran dikin ku ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê pêşengê aştiyê ye were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”