BI DÎMEN

TJK-E kampanya ‘Hezar Jin Yek Deng’ da destpêkirin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), di çarçoveya pêngava "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de kampanya "Hezar Jin Yek Deng" da destpêkirin.

TJK-E, di çarçoveya pêngava cîhanî a "Ji Abdullah Ocalan re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di Cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin, dest bi kampanyayeke nû kir. 

Bi kampanya “Hezar Jin Yek deng” tê armanc kirin ku, li dijî pergala qirkirinê ya sîstema Îmraliyê dengê jinên ji çandên cuda û gelên cuda bîne cem hev.

TJK-E, da xuyakirin ku dema ew xwe bigihînin hezar jinan ew ê kampanyayê biqedînin û diyar kir ku, jinên li deverên cuda yên cîhanê, ji Rojhilata Navîn heta Efrîka, Asya û Ewropayê ji niha ve tevlî kampanyayê bûne. 

Jinên ji erdnîgariyên cuda, neteweyên cuda, komên ziman ên cuda, bawerî û çandên cuda dikarin bi zimanê ku dixwazin vîdyoyên kurt bikişînin û beşdarî kampanyayê bibin.

TJK-E, da xuyakirin ku hevgirtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dikare bi rengê "helbest, govend, axaftin an jî stran" jî bê vegotin. 

Jinên Şîlî, Katalonya, Kurdistan, Qraliyeta Yekbûyî, Elmanya, Hîndîstan, Oromîa, Swîsre û Efrîka Başûr ji niha ve bi peyamên xwe yên bi dîmen tevlî kampanyayê dibin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.