TJK-E: 4'ê Nîsanê vejîna me ye jî

TJK-E'yê got ku em jinên Kurd rojbûna Rêber Apo weke vejîna jinên Kurd dinirxînin û bang li jinên Kurd kir ku beşdarî çalakiyên 4'ê Nîsanê yên ku wê li Ewropayê werin lidarxistin, bibin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Pêvajoya ku di 10'ê Cotmehê de bi pêngava; 'Ji Abdulah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dest pê kir,  li gel meşên protestoyî  yên li dijî  komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê xwe gihand qonaxeke girîng. Piştre çalakî û mitîngên jinan yên 8’ê Adarê  ku jin bi şîara; 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' daketin qadan û herî dawiyê jî li gel pîrozbahiyên Newrozê pêngava;  Ji Rêber Apo re azadî, li hemû Kurdistan, Ewropa û welatên din bi xwedîderketina gelan ya bi heybet dirokê de cihê xwe girt.’’

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

 “Paradîgmaya Rêber Apo ya ku jinan esas digire, li dijî pergala kapîtalîst xwe weke serhildanekê nîşan dide. Modela Konfederalîzma Demokratîk jî îro ji hemû  tevgerên şoreşger ên azadîxwaz re bûye îlham.

Rêberê Gelê Kurd ev 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û bi vê yekê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û bi binpêkirina mafê hevdîtina malbat û parêzeran, tecrîda heyî her roj tê girantirkirin. Ev 3 sal in têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêber Apo tu agahî nayên standin. Dewleta Tirk a faşîst li gel piştevaniya hêzên navneteweyî hewl dide ku şerî berfirehtir bike. Tevî van hemû êrîşan jî jin û gelê Kurd li dijî vê zîhniyeta faşîst têkoşîneke mezin dimeşînin. Dîrokê jî şahidiya vê yekê kiriye ku tu hêzan nekariye jin û gelê Kurd ji têkoşîna wan vegerîne. 

'AKP-MHP’Ê DERBEYEKE MEZIN XWAR

Di hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adarê de yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, gelan careke din daxwaza îradeya xwe kiriye. Gel bi têkoşînê serkeftineke mezin bi dest xist û îradeya xwe derxist holê. Gelan derbeyeke mezin li desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst xist. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de ya ku têk çû faşîzm bû û ya ku bi ser ket jî têkoşîna gelan ya demokrasî û azadiyê bû. 

‘4’Ê NÎSANÊ VEJÎNA JINÊN KURD E’

Em jin 4'ê Nîsana rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîn, îrade û bawerîyeke mezin pêşwazî dikin.Em jinên Kurd rojbûna Rêber Apo weke vejîna jinên Kurd dinirxînin. Her wiha ji rojbûna Rêber Apo re çend roj mane û em weke TJK-E’yê rojbûna Rêber Apor bi çalakiyên cuda yên di navbera rojên 3 û 7'ê Nîsanê de bi coşeke mezin pêşwazî bikin. Bi vê wesileyê em ji niha ve rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Em ê her roj bi mezinkirina têkoşîna xwe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger pêk bînin.

Roj roja mezintirkirina têkoşînê ye. Roj roja têkbirina faşîzmê û ji bo jiyana azad, meşa li gel  Rêber Apo ye. Bi vê wesiîleyê em bang li her kesî dikin ku beşdarî çalakiyên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê yên ku wê li Ewropayê werin lidarxistin, bibin.’’