Li Ebexê mirina bi guman a jineke ciwan
Li navçeya Ebex a Wanê li taxa Cûmhûriyetê, jina 20 salî M.B. bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Ebex a Wanê li taxa Cûmhûriyetê, jina 20 salî M.B. bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, jin a ciwan M.B. li mala kekê xwe bi gumanbarî mirî hate dîtin.
Cenazeyê M.B. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê, piştre birin Saziya Tipa Edlî ya li Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.
Cenaze piştre radestî malbata wê hate kirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.