BI DÎMEN

Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê 5'emîn kongreya xwe li dar xist

Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê 5'emîn kongreya xwe li dar xist. Di biryarên di kongreyê de hatin girtin de beşdarbûna xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin derket pêş.

MECLÎSA JINAN A PYD'Ê

Meclisa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê 5'emîn Kongreya xwe li salona Kultursaaal Horster Mitte ya li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê li dar xist. Li salona kongreyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin, li ser dîwaran wêneyên jinên pêşeng ên di Têkoşîna Azad û Şoreşa Rojava de şehîd bûne hatin danîn.

Endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, jinên ji Rojava û nûnerên saziyên jinan ên Elman beşdarî kongreyê bûn.

Kongreya 5’emîn a Meclîsa Jinan a PYD’ê bi xwendina sirûda Ey Raqîp û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî hilbijartina meclîsê, perspektîfek ku ji nivîs û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jinan de pêk dihat ji aliyê Mizgîn Ehmed ve hate xwendin.

JINÊN KURD JI JINÊN CÎHANÊ RE BÛN ÇAVKANIYA HÊVIYÊ

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Kezban Dogan axaftinek kir. Dogan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “50 sal berê jinên Kurd di jiyana civakî û siyasî de tinebûn. Kesî xema vê yekê nedikir. Bi felsefeya Rêber Apo û têkoşîna Sakîne Cansiz, felsefeya Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê belav bûye. Rola jinê di şoreşa Rojava de ji bo jinên cîhanê bûye hêviyek mezin. Ji ber vê yekê divê em bi hîskirina giranî û berpirsiyariya vê tevbigerin. Ji bo her kesî bûye mînak. Rojavayê Kurdistanê ji sala 2012’an ve bûye hedefa dewletan. Li hemberî êrîşên çeteyan û faşîst Erdogan bi pêşengiya jinan berxwedanek hat kirin. Berdêlên mezin hatin dayîn. Di encamê de gelek derfet û destkeftî hatin bidestxistin. Bi gotina Rêber Apo, ‘Hêvî ji her tiştî bi rûmettir e’ me jêviyên mezin afirand û bi ser ketin. Ev hêvî û destkeftî bi têkoşîna we çêbûn.”

’TÊKOŞÎNA Û BERXWEDAN JI ME XEBATÊ DIXWAZIN’

Di kongreyê de li ser navê Kongra Starê Feyza Eshad axaftinek kir. Feyza di axaftina xwe de wiha got: “Kongreya 5’emîn a Meclîsa Jinên PYD’ê ya Ewropayê bi taybet li Rêber Apo pîroz be. Şehîdên azadiya Kurdistanê û tevgera azadiya Kurdistanê pîroz be. Bi hezaran jinên şoreşger ji bo azadiya jinên Kurd têkoşiyan. Ew şehîd bûn. Me li dijî desthilatdariya mêr şer kir ku ji civakê re bibe bersiv. Em dikarin xwe jêhatîtir û bihêztir bikin. Ji bo vê pêwîstiya me bi têkoşîneke xurt heye. Êdî li malê rûnenên. Têkoşîn û berxwedan ji me jinan tê hêvîkirin. Ji ber ku hûn jin pêşengên civakê ne.”

Piştre li ser navê MLPD'ê ya Elmanyayê axaftinek hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku Tevgera Azadiya Kurd bi qonaxa ku hatiye şoreşa jinê jî afirandiye. Di axaftinê de bal kişand ser durûtiya dewletan a li dijî êrîşên dewleta Tirk bi taybet li ser Rojava û wiha hat gotin: “Ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Rojava, divê raya giştî bê avakirin û di vî warî de însiyatîfên sivîl bê avakirin. Divê însiyatîf hîn çalaktir bin."

Piştî axaftinan 5’emîn kongreya PYD'ê bi xwendina rapora xebatên siyasî yên du salan berdewam kir.

Piştî rapor hatin xwendin kesên beşdarî kongreyê bûn mafê axaftinê girtin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Bi şêwazê rexne û xwerexnekirinê nîqaşên dirêj dewam kirin. Li ser çarçoveya xebatên Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê hat nîqaşkirin û hat destnîşankirin ku divê kêmasiyên di xebatên Ewropayê de bên rakirin.

 Piştre sînevîzyona li ser Şoreşa Rojava hat pêşandan.

Piştre di kongreyê de rêveberiya nû ya ji 24 kesan a Rêxistina Jinên PYD’ê a Ewropayê hat diyarkirin.

Piştî hilbijartina rêveberiya nû, encamname hat eşkerekirin.

Di encamnameya ku 120 delege beşdar bûn de ev tişt hatin rojevê:

*Kêmasiyên di rêxistina jinan a li Ewropayê de derketine holê bên çareserkirin û lez bidin xebatên rêxistinî

* Malbatên Kurd ên koçberî Ewropayê kirine teşwîqî parastina çand û zimanê xwe, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û çanda xwe hîn bibin, bên kirin û di vî alî de bên rêxistinkirin

*Ji bo hişyarkirina raya giştî û çareserkirina pirsgirêkên li Ewropayê însiyatîfê bigire se xwe komîteyeke bû avakirin

*Xebatên rêxistinî yên li ser perwerdeya jinan bên zêdekirin

*Ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan û çêkirina mekanîzmayên alîkariyê bi taybetî ji bo jinên nûhatine û li ser vê bingehê ji bo ku zarok perwerdehiya bi kurdî bibînin, xebat bên meşandin

*Beşdarî hemû çalakî û xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, bibin

Piştî encamname hat xwendin, li salonê dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.