BI DÎMEN

Jinan ji bo Abdullah Ocalan qert şandin û şitil çandin

Li Bremenê jinan bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert şandin û şitil çandin.

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ

75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gelek çalakiyan tê pîrozkirin. Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jinan rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin. Jinan kartpostal şandin û şitil çandin.

Hevseroka Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê Xezal Yalçin jî got, "Em ji bo ku xwedî li wî derdikevin em spasiya gelê xwe dikin. Rojbûna Rêbertî di heman demê de rojbûna jinan û rojbûna mirovahiyê ye."

Berdevka Meclîsa Jinan a Sêvê Emîne Çewlîg piştî çandina şitlan axivî û got, "Heke Rêbertî azad bibe wê jin jî azad bibe, gelê Kurd jî azad bibe."

Endama Kongra Star Dayika Selîm, Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan a Bremenê Dayika Xeysa, Endama Meclîsa Jinan a Sêvê Dayika Xecê jî rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin û peyamên azadiyê dan.