Rapora Adarê: Zext û êrîşên li dijî rojnamevanên jin didomin

Li gorî rapora Adarê ya MKG’ê, 2 ji rojnamevanên jin hatin binçavkirin, 3 rû bi rûyê muamaleya xirab man, gef li rojnamevanekê hate xwarin. MKG’ê got: “Darizandina 10 rojnamevanan dewam dike, 7 rojnamevanên jin jî li girtîgehê ne.”

DAXUYANIYA MGK’Ê

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha adarê eşkere kir. Li gor raporê derbarê rojnamevanekê de lêpirsîn hat destpêkirin û dozên rojnamevanan didomin. Li gor raporê darizandina 10 jinên rojnamevan berdewam dike û 7 jinên rojnamevan jî niha di girtîgehan de ne.

Dewamiya raporê wiha ye:

"Em wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), binpêkirina mafên kedkdarên çapemeniya azad a meha adarê parve dikin. Di vê pêvajoyê de rojnamevanên hîmên çapemeniya azad in dema xebatên xwe yên pîşeyê bi cih dianîn bi astengiyan, girtinan, êrişên fîzîkî û devkî re rû bi rû man. Me jî ev binpêkirin û gelek binpêkirinên din kirin binê qeydê.

Kedkarên çapemeniya azad, dema ewlehiya mafê girtina nûçeyan a gel diparastin, bi mekanîzmayên sansur û zextên curbecur ên dixwestin gel ji van mafên wan bêpar bihêlin, rû bi rû man. Binpêkirina mafên di meha adarê de, bi taybet, bi awayê astengkirina faliyetên rojnamevaniyê, binçavkirina kedkarên çapameniya azad û darizandina wan xwe nîşan dide. Ev rewş, wekî astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya ravekirinê û azadiya çapemeniyê derdikeve pêş.

Di raporê de analîza hûrgulî ya binpêkirina mafan hatiye pêşkêşkirin. Her wiha em dîsa dixwazin bêjin mafên çapemeniya azad û pîşeya rojnamevaniyê ji bo gelan hêmaneke jêneger e. Êrişên li dijî azadiya çapemeniyê, ne tenê maf û azadiya rojnamevanan di heman demê de maf û azadiya civakê jî sînordar dike.

Li gor raporê di meha adarê de 2 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan bi muameleya xerabi re rû bi rû man. Gef li rojnemgerekê hat xwarin û şopandina nûçeyan a rojnamevanekê hat astengkirin. Ev yek pîvana zextên zagonî û fîzîkî yên rojnamevan dema karê xwe dikin û pê rû bi rû dimînin, radixe pêş çavan.

Derbarê rojnamevanekê de lêpirsîn hat destpêkirin û dozên rojnamevanan didomin. Li gor raporê darizandina 10 jinên rojnamevan dewam dike û 7 jinên rojnamevan jî niha di girtîgehan de ne.

Em her binpêkirina mafên kedkarên çapemeniya azad şermezar dikin û daxwaz dikin ku hemû sazî û dezgehên têkildar, ji bo zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe, gavê biavêjin. Rojnamevanî ne sûc e, xizmeteke civakî ye û divê ev xizmet bê astengî dewam bike.  

Daneyên îstatîkî yên rapora binpêkirina mafên jinên rojnamevan a dara 2024'an wiha ne

1- Binpêkirina ewlehî û mafê jiyanê yê jinên rojnamevan  

Rojnamevanên bi êrişê rû bi mane: -

Rojnamevanên hatin binçavkirin: 2

Rojnamevanên hatin girtin: -

Rojnamevanên bi muameleya xirab rû bi rû mane: 3

Rojnamevanên gef li wan hat xwarin: 1

Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin: 1

Binpêkirina mafên rojnamevanan a li girtîgehan:  -

2- Binpêkirinên azadiya ravekirinê û ramanê ya jinên rojnamevan  

Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin: 1

Rojnamevanên derbarê wan de doz hat vekirin (ên berat kirin): 4

Rojnamevanên hatin cezakirin:

Rojnamevanên darizandina wan didomin: 10

Hejmara jinên rojnamevan ên girtî (Ji 1’ê Nîsana 2024’an heta niha ): 7

Lîsteya jinên rojnamevan ên girtî:  

1.Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê

2.Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat

3.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş

4.Hatîce Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

5.Ozlem Seyhan – Rojnamevan

6.Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê

7.Selamet Turan – Rojnamevan "