Li Edene êrîşî xwendekara zanîngehê hate kirin
Li Edeneyê bi çekê êrîşî xwendekara zanîngehê Serbu Ece hat kirin.
Li Edeneyê bi çekê êrîşî xwendekara zanîngehê Serbu Ece hat kirin.
Xwendekara zanîngehê Serbu Ece (22) duh bi şev dema li Taxa Beyazevler a navçeya Çukurova ya Edeneyê li wesayîta xwe siwar dibû, rastî êrîşa çekdarî ya kesekê nasnameya wî nehat zanîn hat. Êrîşkar ji cihê bûyerê reviya.
Ece ji lingê xwe birîndar bû û piştî mudaxileya ewilî rakirin nexweşxaneyê. Faîlê bûyerê hêj nehatiye girtin.