KJK'ê bang li Kurdan kir ku dengê xwe bidin vîna xwe

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya Hefteya Lehengiyê de soza berfirehkirina xeta serketinê da. KJK’ê bal kişand ser hilbijartinan û ev bang li Kurdan kir: “Di her şert û mercî de dengê xwe bidin vîna xwe, rêveberiya xwe û xwe."

Koordînasyona KJK'ê bi boneya Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek nivîskî da û de soza berfirehkirina xeta serketinê da.

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt gotin:

“Meşaleya lehengiyê ya hevrê Mazlûm Dogan ku di rojeke Newrozê de di zindanên Amedê de bi sê zilikên şixateyê tarîtî ronî kir, rêya çiyayên Kurdistanê jî ronî kir. Di 15’ê Tebaxê de Fermandar Mehsûm Korkmaz ev meşale li çiyayên Kurdistanê jî bilind kir û pêxist. Vê meşaleyê ku bi lehengiyê agirê xwe geş kir,  tirs, mirin, bênasnametî û koletî tune kir û wêrektî, jiyana azad û nasnameya azad ava kir. Fermandar Mehsûm Korkmaz ku  di 28'ê Adarê de tev li karwanê şehîdan bû, egîdbûna zindanan li  çiyayên Kurdistanê yên azad jî nîşan da û ew egîdbûn Kurdistanê mayînde kir û kir xeteke azadiyê. Ji ber vê yekê di dîroka me ya têkoşînê de ji 21’ê Adarê heya 28’ê Adarê weke Hefteya Lehengiyê hatiye îlankirn. Lehengî û fedekariyê di şexsê bi deh hezaran şehîdên me de xwe nîşan daye û vê xetê rastiya gel û jinan ya berxwedêr û serhildêr derxistiye holê. Em di şexsê Fermandar Mehsûm Korkmaz de ku di 28’ê Adarê de şehîd bû, bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng bi minetdarî û rêzdarî silav dikin û soz didin ku em ê li Kurdistanê,  li ser xeta têkoşînê serkeftin û lehengiyê berfirehtir bikin.

Ev xeta lehengiyê îro bi awayekî herî xurt di berxwedana bêhempa ya Rêber Apo de, di xeta gerîlatiya profesyonel a modern a hêzên me yên HPG û YJA/STAR'ê de, di çalakiya ku serketinê tacîdar dike de dijî. Em hefteya lehengiyê li Reber Apo ku li Girtîgeha Îmraliyê her tim bi berxwedaneke mezin rêya me ronî dike, li hêzên me yên HPG û YJA/STAR ên leheng, li gelê me yê welatparêz ên ku berê xwe dane çiyayan û gerîlayan, li jinên Kurd û hevrêyên şoreşger-demokrat, pîroz dikin. Di sedsala 21'emîn de xeta ku qedera Kurd û jinan di aliyê azadiyê de diyar dike, xeta Reber Apo û Egît e.

Meha Adara 2024'an bi 8'ê Adarê û Newrozê re mohra xwe li destpêka serketinê ya 2024'an xist. Gelê me yê welatparêz, dayik, jin û ciwanên me weke mîlyonan li dijî faşîzm û mêtingeriyê helwesta xwe bi rengekî pir zelal nîşan dan. Gelê me di xeta lehengiyê ya Mazlûm Doganan, Sarayan û Mahsûm Korkmazan de li her erdnîgariya ku Kurd lê dijîn girêdana xwe ya bi jiyana azad re bi dengê herî bilind anîn ziman. Gelê me û jinên Kurd careke din bi awayekî herî bi heybet ji her kesî re, ji dost û dijmin re nîşan daye ku ew di xeta Rêber Apo û şehîdên me yên leheng de hene û ew ê di vê xetê de her hebin.

Niha jî bi mezinkirina xeta Egîdan û derxistina wê ji bo qonaxeke nû, erka me heye ku faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin. Li her qada Kurdistanê û li her erdnîgariyek ku Kurd lê dijîn bi vê hedefê ve girêdanbûn û bi berfirehkirina rêxistinbûna xwe li dijî faşîzmê têkoşîn meşandin, wê bersiva herî bi wate û bi hêz ji bo şehîdên me yên leheng, Rêber Apo û gerîlatiya me ya berxwedêr be.

DIVÊ KURD DENGÊ XWE BIDIN VÎNA XWE

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartinên xwecihî li pêşiya me ye. Gelê me yê welatparêz û jinên Kurd ên li Bakur û metropolên Tirkiyeyê dijîn îradeya xwe û xwerêveberiyê hilbijêrin. Divê yek deng jî ji desthilatdariya faşîst a mêtinger AKP-MHP’ê û lîstika wê Hudaparê ya Hizbîkontra ku di her firsendê de Kurdan dikuje, digire û êşkence dike û bi awayekî pragmatîk bi kar tîne, neçe. Divê Kurd di sedsala 21’an de bibin xwedî helwesteke ku çarenûsa xwe diyar bike, xwe bi rê ve bibe û bi nasnameya xwe azad bijî. Ji bo vê jî divê di her şert û mercî de dengê xwe bidin vîna xwe, rêvebriya xwe û xwe. Sibeha 31’ê Adarê divê cîran, xizm, heval, hevjîn û hevalên xwe qanih bikin û bi rêxistin bikin, bi hevgirtinê re zehmetiyan derbas bikin, bê hincet biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Û divê di sindoqan de dengên xwe biparêze û rêxistiniyeke ku pêşî li hemû gendelî û sextekariyê bigire pêş bixe. Divê gelê me yê li metropolan, hêzên ked û demokrasiyê, hemû gelên bindest û komên olî bi heman hesasiyetê tevbigerin û serkeftina demokrasiya xeta sêyemîn li bajarên Tirkiyeyê jî pêş bixin. Divê ji bo vê bi berpirsyariyeke mezin tevbigere.

Bi taybetî divê jin bi dengên wekhevî, azadî, temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê xwedî li vîna xwe derbikeve û di jiyan û siyasetê de bibe deng û hêza biryarê. Hilbijartin divê ew be ku li dijî komkujî, destavêtin, îstîsmar û her cure îstîsmarên jinan hevgirtin û rêxistinbûna jinan hîn zêdetir were berfirehkirin û polîtîkayên jinan ên ku van hemûyan bi ser bixîne were pêşxistin. Divê jin hêza xwe ya axaftinê û biryargirtinê û temsîliyeta wekhev di siyasetê de pêş bixin da ku ev dewlet û zîhniyeta serdest a mêr were derbaskirin. Bi vê boneyê em bang li hemû jinên Kurd, Tirkmen, Ereb, Ermenî, Suryanî, Laz, Terekeme, Gurcu, Çerkez, Tirkiye û Kurdistanê dikin ku dengê xwe bidin wekhevî û azadiyê û rêxistinbûna hevgirtina jinan hîn berfirehtir bikin.

Erka me ya sereke ye ku em wate û hêza çalakiyê ya mezin a 8'ê Adarê û Newroza hefteya lehengiyê li her qadên têkoşînê berfireh bikin û bidomînin. Bi awayekî çalak û berhemdar beşdarbûna hilbijartinên herêmî jî parçeyek ji vê erkê ye. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mezinkirina xeta sêyemîn, xeta demokrasî û azadiyê, wedîderketin û mezinkirina nirxên hefteya lehengiyê cihekî pir girîng e. Em bang li hemû jin û gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên şoreşger ên demokratîk ên li Tirkiyeyê yên ku piştgiriyê didin demokrasî û azadiyê dikin ku vê erka dîrokî bi awayekî herî xurt bi cih bînin.”