TJA’yê encamên kampanyaya 6 mehan eşkere kir
TJA’yê encamên kampanyaya ku 15’ê Îlona 2023’yan li Rihayê dayî destpêkirin, eşkere kir.
TJA’yê encamên kampanyaya ku 15’ê Îlona 2023’yan li Rihayê dayî destpêkirin, eşkere kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlona 2023’yan de li Rihayê kampanyaya “Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” dabû destpêkirin û rapora encamê ya kampanyayê li eywaneke dawetan a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li eywanê pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Pratiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê jinan govend gerandin.
Piştre jî rapor ji hêla aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca ve hate xwendin.
Rapor wiha ye:
“Têkoşîna jinên kurd a 40 salan di dîroka têkoşîna jinên cîhanê de di cihekî girîng de ye. Di têkoşîna jinên kurd de meşandina kampanyayan girîng e. Me di 15'ê îlonê de bi dirûşma 'Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê ve' kampayayek da destpêkirin. Em di 100 saliya Lozanê de ne ku Kurdistanê parçe kiriye. Li aliyê din tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin modeleke êşkenceya dijmirovahî û giran e, çaryeka sedsalê derbas kiriye. Lê di heman demê de em şahid in ku heman sedsal bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ya ku nasname, şeklê têkoşîn û rengê jina kurd diyar dike, derbas bû. Baweriya me ya ji bo misogerkirina azadî û rizgariya civakî di beşeke wiha ya sedsala 21'ê de bû sedema herî mezin a destpêkirina kampanya me.
Serhildan û şoreşa civakî ya ku li Rojhilat li ser esasê felsefeya Jin jiyan azadî dest pê kir û ji wir li tevahiya cîhanê belav bû, biryar û motîvasyona têkoşînê da jinên cîhanê. Ji ber vê yekê, bê şik dirûşmeya me ya kampanyayê ji karakterê jinê yê serdemê îlham girtiye, li ser esasê biryardariya dîrokî ya ku wê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê.
Di çarçoveya kampanyayê de di nava 6 mehan de bernameyên ku hatin lidarxistin;
* Di cotmeha 2023'yan de li Kurdistan û Tirkiyeyê li 24 navendên cuda bi sernavê 'Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê' hem xweser û hem jî bi giştî perwerde hatin dayîn. Di perwerdeyan de zayend, birdoziya rizgariya jinê hatin nîqaşkirin. Bandora Rejîma Tecrîdê ya li Îmraliyê hatin nîqaşkirin.
* Di mijdara 2023'yan de mal bi mal, kolan bi kolan serdana gel û kargehan hatin kirin û bi sernavê 'Tecrîd û polîtîkayên şerê taybet' xebatên perwerdê hatin meşandin.
* Di 22'yê mijdara 2023'an de li Êlihê bi di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinê de bi ser navê 'Tecrîd û bişaftin' panelek hat lidarxistin.
* Xebatên 25'ê Mijdarê ya sala 2023'yan di çarçoveya kampanyayê de hat birêxistinkirin. Starta xebatan di 17'ê Mijdarê de li Qoser û Îzmîrê bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî ber bi 25'ê Mijdarê ve' hat dayîn. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş, panel, semîner, hevdîtina jinan û civîn hatin lidarxistin.
* 18'ê Mijdara 2023'yan de bi pêşengiya TJA’yê Meşa Gemlîkê hat birêxistinkirin. Jinên ku tevlî meşê bûn peyama têkbirîna tecrîdê û mezinkirina têkoşîna azadiyê dan.
* Aktîvîstên TJA'yê di 7, 8, 9'ê Mijdara 2023'yan de tevlî danişîna doza Kobanê bûn û banga piştevaniyê li jinên Tirkiyeyê hat kirin.
* Di 30'ê Çîleya 2024'an de li dijî tecrîdê bi tevlîbûna dayikên ku tevlî çalakiya Nobeda Edaletê bûne û endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Enqerê li baxçeya Meclîsê daxuyani hat dayîn. Derbarê mijarê de raporên ku hatin amadekirin pêşkeşî Wezareta Dadê hat kirin.
* Di 13-14'ê Çilê de li Amedê bi sernavê 'Zîncîra bêdengiyê: Hilweşandina dîwarên li dora girtiyên siyasî yên jin' bi tevlîbûna jinên fîlîpînî, fîlîstînî, kolombiyayî, îspanî, Katalonî, îranî û başûrî konferansek hat lidarxistin. Konferansa ku du rojan dom kir de atolye hatin organîzekirin û li ser pêşvebirina stratejiya hevpar nîqaş hatin kirin.
* Di 14'ê Çîleyê de tevlî 'Tecrûbeyên têkoşîna femînist ên enternasyonal' a Piştevaniya Mor bûn û bi sernavê ‘Têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ya îro û ha duh' tecrûbeyên xwe parvekirin.
* Di 27'ê Çileyê de li Îzmîr û Mêrsînê bi sernavê 'Pergala hiqûqa demokratîk û Rêjîma Tecrîdê ya li Îmraliyê' panelên azadiyê hatin lidaxistin.
* Di 1-15'ê Sibatê de di çarçoveya kamyanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' Meşa Mezin a Azadiyê hat lidarxistin. TJA jî pêşengtiya meşê kir. Meşa ku ji Wan û Qersê dest pê kir bi berxwedaneke mezin berdewam kir.
* Di 15'ê Sibatê de di 25'emîn salvegera komployê de di çarçoveya 'Jin jiyan azadî' de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd domandina berxwedanê carek din anîn ziman. Di vê çarçoveyê de panel, hevdîtina jinan û xebatên atolyeyan dan meşandin. Her wiha nameyên ku ji hêla jin, dayik û zarokan ve hatî nivîsandin me ber bi Îmraliyê ve bi rê kir.
* Di 17'ê Sibatê de ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê 'Belgenameya helwestê ya TJA'yê' ji raya giştî re hat parvekirin.
* Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, ji bo ku hemû zimanên axaftinê bi taybetî jî zimanê kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin, meş, şahî, konserên muzîkê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de di 21’ê Sibata 2024’an de panela bi navê ‘Jin û Ziman’ hat lidarxistin.
* Di 25’ê Sibata 2024’an de li Amedê panela bi navê “Di Pêvajoya Aştiyê de Rastiya Jinan û Pirsgirêka Tecrîdê” hate lidarxistin. Di panelê de jinên ji Tirkiyeyê hatin gel hev û rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û bandora tecrîdê ya li ser jinan hatin nirxandin.
* Di pêvajoya kampanyayê de ji bo balê bikişînin ser krîzên civakî yên ku em weke jin û hemû civak di nav de hatine fetisandin, bi taybet tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser medyaya dîjîtal a navneteweyî xebatên hashtag hatin kirin.
* Di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên '8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê' ya sala 2024'an hat organîzekirin. Di 24’ê Sibatê de li Êlih û Îzmîrê bi hemwext strarta 8’ê Adarê hate lidarxistin û di nava hefteyê de li bi dehan bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî faşîzm û desthilatdariya mêr mîtîng, meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. "Ji bo 8'ê Adarê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" panel, civînên jinan, konserên muzîk û dengbêjiyê hatin lidarxistin." Civînên jinan li kolan, mal û kargehan hatin lidarxistin. Bi vê armancê hate xwestin ku têkoşîna li dijî qirkirina jinê li cîhanê berfireh bikin û me diryar kir ku hemû jinên hatine qetilkirin sedema me ya berxwedanê ne. Armanc ew bû ku bi platformên jinan, tevnên hevgirtina jinan û tevnên li dijî şîdetê bi jinên Tirk re têkoşînê berfireh bikin. Di hefteya 8'ê Adarê de broşur hatin amadekirin, di çarçoveya dilsoziya bi girtiyên siyasî yên li girtîgehan re ji girtîgehan re kart hatin şandin û çalakiyên xizmên girtiyan ên li Nobeda Edaletê hatin ziyaretkirin.
* Weke jinên TJA'yî bi baweriya ku xebatên 8'ê Adarê derxistiye holê; Newroza 2024’an a ku bi daxwazên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê pêk hat, bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Newrozê ve” hat pêşwazîkirin. Jinan di sala 2024’an de careke din ne tenê di atmosfereke cejnê de, bi ruhê azadiyê yê ku berxwedanê derxistiye holê Newroz pêşwazî kirin. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' mohra xwe li Newroza ku di 10'ê Adarê de li Amedê û di 11'ê Adarê de li Stenbolê starta wê hat dayîn, xist. Di vê çarçoveyê de li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê hatin kirin, gel li dora agirê Newrozê hatin komkirin, çalakiyên bi meşaleyan, civînên gel, civînên jinan, mîhrîcan, merasîm, meş, civînên tax û malan, komxebat û xebatên belavkirina broşuran hatin lidarxistin. Bi îradeya ku me ji van xebatan girt, me weke jin tevlîbûna herî bilind û xurt a Newrozê pêk anî. Mîtîngên Newrozê yên ku li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî li Amed û Stenbolê hatin lidarxistin, bûn sembola serkeftina gelê Kurd a di Newrozê de bi taybetî jî ya Kurdan a li dijî faşîzmê.
* Di çarçoveya xebatên Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê de li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê atolyeyên jinan, konferans, atolyeyên taxan, serdanên malan, civînên jinan, civînên gel û broşur hatin belavkirin. Ji aliyê Tevgera Siyasî ya Kurd ve bi pêşengiya jinan vekirina buroyên jinan ên hilbijartinê, meş, mîhrîcan û mîtîng hatin lidarxistin û careke din hate diyarkirin ku xebatên hilbijartinê jî yek ji amûrên girîng ên civakîkirina têkoşînê ne. Bi baweriya hevserokatiyê, pergala jinê û modela demokrasiyê ya bi hêz li hemû Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê, bi taybet li bajarên Wan, Êlih û Amedê ku îradeya xwe di 31’ê Adarê de di sindoqan de nîşan dab; Bersiva herî mezin li dijî faşîzm, zayendperestî, olperestî, dijminatiya jin û Kurdan hat dayîn. Weke jin û gelê Kurd, li dijî polîtîkayên şerê taybet, rejîma qeyûman, talan, desteserkirin û darbeyên edlî serketina daxwaza 'Em ê bi felsefeya Jin jiyan Azadî xwe û bajarê xwe bi rêve bibin' hat îlankirin.
* Di çarçoveya kampanyaya me ya ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Newroz û Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên herêmî, 75'emîn rojbûna Rêbeê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4'ê Nîsanê di nav xwe de hewand bi coşeke mezin hemû çalakî hatin kirin.
Armanc ku em têkoşîna xwe geş bikin
Têkoşîna jinan di her şert û mercî de wê bidome. Her tecrûbeya me ya têkoşînê ya di vê rêya demdirêj û bi heyecan de xelekên zincîrê ne ku yek li pey hev tê ne. Her tecrubeya têkoşînê, parçeyek ji tevahiya têkoşîna me ne. Bi vê baweriyê em careke din diyar dikin ku armanca me ya bingehîn ew e ku bi hemû kampanyayên ku me weke Tevgera Jinên Kurd dane meşandin, bi taybetî jî bi kampanyaya bi navê 'Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi azadiyê ve' em ê lez bidin têkoşîna azadiya jinê. Encamên rêxistinbûyîn, hevgirtin û têkoşîna hevpar a bi kampanya me re wê di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe yê bi bandor û diyarker bigirin. Weke TJA'yê ku li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê xebatên xwe di gelek qadên cuda de, bi taybetî jî di qadên siyasî, civakî, çandî û aborî de dimeşîne, em diyar dikin ku em kampanyayên xwe weke bernameyên têkoşînê yên ku dest pê dikin dixwînin. Di vê çarçoveyê de em careke din destnîşan dikin ku hemû nirxên ku di çarçoveya kampanya me de derketine holê wê hêzê bidin têkoşîna me û xurt bikin.”
Piştî daxuyaniya ku gelek caran bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û tilîliyan hate qutkirin, jinan sînevîzyona têkildarî çalakiyên kampanyayê temaşe kirin.