Klasîkekî din ê Ken Loach: Ez Danîel Blake

Fîlmê dawî yê Ken Loach ê bi navê "Ez Danîel Blake" ku rexnegirên sînemayê li bendê bûn, hat nîşandan.

69. Festîvala Fîlman a Cannes a Navneteweyî di roja 4. de ye. Festîval bi nîşandana fîlmê Woody Allen destpê kir. Di roja duyemîn a festîvalê de fîlmê derhênerê mûxalîf Ken Loach ê bi navê "I, Daniel Blake-Ez Danîel Blake" hat nîşandan. Fîlmê ku rexnegirên sînemayê li bendê bû, bi erênî hat pêşwazîkirin.

Fîlmê dawî yê Loach ê dibe 80 salî "I, Daniel Blake" yek ji namzetên xurt ên Palmiya Zêrîn e. Di fîlm de qala jiyana Danîel Blake (Dave Johns) ê 59 salî û nexweş tê kirin. Derhêner di vî fîlmî de bi rêya çîroka mirovên di nava burokrasiya modern, kapîtalîst de asê man e, rexneyê li sîstema Îngilîz dike. 

KEN LOACH GELEKÎ NÊZÎ WERGIRTINA XELATA DUYEMÎN A 'PALMIYA ZÊRÎN' E

Fîlm tevî mesajên xwe yên siyasî û civakî, ji aliyê sînemayê ve jî gelekî bi bandor e. Ken Loach bi dîmen, cih û zimanê bi kar aniye ve temaşekeran careke din dike heyranê xwe.

Derhênerê hosta Loach ku noteke serketî ji hemû rexnegirên sînemayê wergirt, bi vî fîlmê xwe ve sînorê xwe jî debas kir û dibe ku mora xwe danî binê fîlmê herî baş ê dîroka xwe ya sînemayê. Ji xwe, belasebep nîne ku ji bo vî fîlmî dibêje 'ev fîlmê min ê dawî ye'.

Derhêner Ken Loach ku beriya niha gelek caran tevlî Cannesê bû û xelata 'Palmiya Zêrîn' jî di nav de gelek xelat wergirt, xuya ye di 69. Festîvala Fîlan a Cannesê de jî yek ji namzetê herî xurt ê ji bo wergirtina xelata 'Palmiya Zêrîn' e.