Cannes a 69. ji aliyê Woody Allen ve hat vekirin

69. Festîvala Fîlman a Cannes a Navneteweyî destpê kir. Festîval bi nîşandan fîlmê 'Cafe Society' ê derhêner Woody Allen ve destpê kir. Di nava 10 rojên festîvalê de wê 20 fîlm ji bo wergirtina 'Palmiya Zêrîn' bên nîşandan.

69. Festîvala Fîlman a Cannes a Navneteweyî duh êvarê bi merasîmeke bi heybet hat vekirin. Di destpêka festîvalê de fîlmê 'Cafe Society' ê derhêner Woody Allen, hat nîşandan. Piştî ku heyeta jûrî derket pêşberî çapemeniyê, li qesra festîvalê merasîmek bi tevlîbûna bi hezaran kesî pêk hat. 

Allen ku heta niha gelek xelat wergirtiye, çîrokek trajîk komîk bi rêbaza muzîkê vedibêje. Woody Allen di Cafe Society de teknolojiya dîjîtal bi rengekî serketî bi kar tîne û mora xwe datîne binê gaveke nû.

Festîval wê 10 rojan dewam bike û gelek fîlm bên nîşandan. Fîlmên van hostayan wê ji bo wergirtina xelata mezin bên nîşandan. Di dawiya 10 rojan de jî wê heyeta bi serokatiya George Mîller biryara li ser xelata 'Palmiya Zêrîn' bide.

...