Enes ê 10 salî hate veşartin
Cenazeyê zarokê bi navê Enes Erdem ê 10 salî ku li Silopiyayê ji ber heybera teqiya jiyana xwe ji dest da, hate definkirin.
Cenazeyê zarokê bi navê Enes Erdem ê 10 salî ku li Silopiyayê ji ber heybera teqiya jiyana xwe ji dest da, hate definkirin.
Li mewkiya cemê Celalî ya navçeya Silopiyaya Şirnexê, zarokê bi navê Enes Erdem ê 10 salî ku ji ber heyberek teqiya jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Erdem piştî otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate wergirtin û anîn Silopiyayê. Cenazeyê Enes ê biçûk bi merasîma ku malbata wî beşdar bû ve li Goristana Asrî ya Silopiyayê hate definkirin.
Li aliyê din di heman bûyerê de zarokên bi navê Samet Erdem (8) û Kerem Kûltûr (2) ê birîndar bibûn jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê, Diyar Ûnal ê 13 salî yê bi giranî birîndar bibû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tên dermankirin.