Di pêşbirka Eurovizyonê de Ûkrayna bi ser ket
Di pêşbirka stranan a Eurovizyonê ya îsal de, stranbêja Ûkraynayê bi strana bi navê '1944' bû yekemîn. Elmanya jî di rêza herî dawî de cih girt.
Di pêşbirka stranan a Eurovizyonê ya îsal de, stranbêja Ûkraynayê bi strana bi navê '1944' bû yekemîn. Elmanya jî di rêza herî dawî de cih girt.
Pêşbirka îsal Eurovîzyonê ya îsal li paytexta Swêd Stockholmê hat lidarxistin. Di pêşbirkê de stranbêja Tatar a ji Qirimê Jamala, ku Ûkrayna temsîl kir, bi 534 pûnan bû yekemîn. Bi strana bi navê "1944" ku Jamala (Sûsana Jamaladînova) ji bo pîrka xwe nivîsandî, piştî sala 2004'an Ûkrayna ji bo cara duyemîn bi ser xist.
Di pêşbirkê de Awûstralya bi 511 pûanan bû duyemîn, Rûsya bi 491 pûnan bû sêyemîn. Awûstralya bi Damî Îm, Rûsya jî bi Sergey Lazarev hat temsîlkirin.
Di pêşbirka li Globe Arena de ku 16 hezar temaşeker lê amade bûn, 42 welatan ji bo yekemîniyê li ber xwe dan. Welatê Elmanya bi 11 pûanan di rêza herî dawî de cih girt. Ev pêşbirka ku li gelemperiya cîhanê ji aliyê 180 mîlyon mirovî ve tê şopandin, wê di sala pêş de li Ûkraynayê ku şerê navxweyî lê heye, bê lidarxistin.