Pîrozbahiya Rojên Çanda Kurd a li Nurnbergê bi dawî bû

Pîrozbahiya Rojên Çanda Kurd a ji aliyê Mala Gel a Medya ya li bajarê Elmanya Nurnbergê ve hat organîzekirin û îsal cara 7. pêk hat, bi dawî bû.

Pîrozbahiya Rojên Çanda Kurd a ji aliyê Mala Gel a Medya ya li bajarê Elmanya Nurnbergê ve hat organîzekirin û îsal cara 7. pêk hat, bi dawî bû.

Fînala festîvala îsal bi konsereke li derve hat kirin. Girseyên ji çandên cuda jî tevlî festîvalê bûn.

Jinên Kurd ên li Mala Gel a Medyayê dixebitin, bi kincên xwe yên neteweyî reng dan festîvalê.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Hîvron derket ser dikê. Koma Bajar jî bi stranên xwe yên zindî, pêşkêş kir û girseya gel li ber van stranan govend gerandin. Beşdaran her wiha Rojavayê Kurdistanê û berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kirin.

...