2 taxên Şirnexê bi obusan tên bombekirin
Taxên Bahçelîevler û Îsmetpaşa yên Şirnexê bi obusan tên bombekirin.
Taxên Bahçelîevler û Îsmetpaşa yên Şirnexê bi obusan tên bombekirin.
Taxên Bahçelîevler û Îsmetpaşa yên Şirnexê bi obusan tên bombekirin.
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk di roja 53’yemîn de dewam dike, di serî de taxên Bahçelîevler û Îsmetpaşa, bajar bi topbaranê ve tê bombekirin. Tax bi obusên ku li Gumuştepe ya wek navenda çeteyên Qesrê tê zanîn û yên li herêma Sîn û Ber a li ser rêya Sêrtê hatine bicihkirin ve tên bombekirin. Ji taxan agir bilind dibin, her wiha cih bi cih dengê şer tê. Li ser rêya Sêrtê jî tevgerek zêde ya ambûlansan heye.
Li Gundogdû ya li rojhilatê bajêr e û li herêma 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan, her wiha li ser rêya Qilebanê şerên dijwar diqewimin.
Li asîmanên bajêr jî tevgera pêgerên hewayî yên keşfê hene.