AKP'ê firotina tûtina Bedlîsê kir sûc

Tûtina Bedlîsê ku yek ji girîngtirîn çavkaniya debara Bedlîsê ye, bû qurbanê polîtîkayên xwemalîkirinê yên AKP'ê. Firotina tûtina Bedlîsê niha weke 'sûcê qaçaxçîtiyê' tê dîtin.

Çavkaniya sedan salan a debara Bedlîsê 'Tûtina Bedlîsê' hem tevkarî li aboriya bajêr kir, hem jî alîkarî da aboriya tevahiya herêmê. Tûtina ku ev 400 sal in li xaka Mezopotamyayê tê çandin, ji mîlyonan mirovî re bûye çavkaniya debarê. Di sala 1940 de biryar hat dayîn, hilberîna tûtinê bê destekkirin. Heta salên destpêkê yên 2000'î, bi 550 hezar hilberînerê xwe re bû çavkaniya debarê ji bo zêdeyî 3 mîlyon mirovî. Lê belê, ji ber polîtîkayên şaş ên li qada çandiniyê, tûtin û hilberînerên tûtinê bi tinebûnê re rû bi rû hatin hiştin.

AKP HAT, HILBERÎN QEDIYA

Tûtin di sala 1925'an de ji aliyê şîrketa Rejî ya emperyal a ji gelek xwediyan pêk tê ve aht kirîn û li qada dewletê yekdestiya dewletê hat avakirin. Hilberîna tûtinê û polîtîkayên li ser tûtinê ji nû ve hatin destnîşankirin. Ji sala 2003'an û pê ve ku xebatên xwemalîkirinê destpê kirin, hem para li bazarê ya markayên TEKEL'ê hem jî hejmara hilberînerên tûtinê yên li Tirkiyeyê, kêm bû. Para li bazarê ya markeyên TEKEL'ê di sala 2003'an de ji sedî 55,8 bû, lê sala 2008'an de daket ji sedî 30, di sala 2009'an de bû ji sedî 20,6. Di sala 2002'an de 406.000 hilberînerên tûtinê hebûn û 160 hezar ton tûtin dihat hilberandin. Di sala 2008'an de ev rêje daket 93 hezar tonî. Di sala 2002'an de qada hilberînê 199 hezar hektar bû, lê di sla 2008'an de daket 146 hezar hektarî.

Li Bedlîsê wextekê, siberoja 32 hezar 500 hilberîneran tevî malbatên xwe, ku bi wan re hejmara digihêje 100 hezarî, bi berhemdariya tûtina li zeviyên biçûk ên ji 4-5 donimî ve girêdayî bû. Hilberîna tûtinê di destpêkê bi kotayê, piştre jî bi qedexekirina çandiniya wê hat qedandin. Bi vî rengî, tevî 32 hezar 500 hilberîne û malbatên wan, her wiha 600 xebatkarên Febrîqeya Tekelê neçar man koç bikin.

Bi 2 febrîqeyên tûtinê yên li bajêr re, navê Bedlîsê ewilî li paketên cixareyê, piştre jî weke tûtineke bi kalîte li cîhanê hat naskirin. Piştî demeke kurt kapasîteya van febrîqeyan zêde bû, ku xwe gihand tevahiya Tirkiyeyê. Tevî van hemû rewşên erênî, ji ber xwemalîkirina bi salên destpêkê yên 2000'î re destpê kir, li bajêr rewşeke reşbîn derket holê. Piştî ku desthilatdariyê di salên destpêkê yên 2000'î de Febrîqeya Cixareya Tekel a Bedlîsê girtin, gelê bajêr ketin nava rewşeke reşbîn.

Bi girtina febrîqeyên cixareyê yên TEKEL û BEST, ewilî 600 karker bêkar man. Piştre, ji ber ku 35 hezar 500 cotkaran 'nikarîbûn tûtinê hilberînin', ji vî bajarê tûtin difirot derve mirovan bi rengekî girseyî koç kirin.

'Û TÛTINA BEDLÎSÊ QAÇAX ÎLAN KIRIN'

Hêviya hilberîneran, piştî ku bihîstin tûtina ew bi salan e diçînin 'qaçax' e, careke din şikest. Jendermeyên Tirk, li hilberînerên tûtina Bedlîsê yên di rê de digirin, serê her kîloyê 1000 Lîre ceza dibirin. Tevî vê yekê cezayê hepsê li hilberîneran dibirin. Hilberîner mîna tûtina xwe dibin 'qaçax'. Heta 50 kîlo tûtina amade, ji bo kişandinê weke mafê hilberîneran tê dîtin. Lê belê zêdeyî vê, ji ber ku weke bazirganiyê tê dîtin, bi cezayê pereyan hilberîner tên cezakirin. Hilberîner dema tûtina xwe ji bo birîn û mengeneyê ji nava erd dibin malê, dema ji aliyê jendermeyan ve bên girtin, weke 'qaçax' tên dîtin. Di nava deh salên dawî de bi sedan hilberînerên Bedlîsê ji ber 'qaçaxçitiyê' hatin darizandin û cezayê pereyan li wan hat birîn.

...