Ken Loach: Cîhaneke din pêkan e!
Derhêner Ken Loach ê li Cannesê xelata Palmiya Zêrîn wergirt, ne wekheviya li cîhanê rexne kir û got, "Cîhaneke din pêkan e."
Derhêner Ken Loach ê li Cannesê xelata Palmiya Zêrîn wergirt, ne wekheviya li cîhanê rexne kir û got, "Cîhaneke din pêkan e."
69. Festîvala Fîlman a Cannes a Navneteweyî ya di navbera 11-22'ê Gulanê de hat lidarxistin bi dawî bû. Festîvalê bi nîşandana fîlmê Woody Allen ê bi navê "Cafe Society" roja 11'ê Gulanê destpê kir.
Di festîvalê de fîlmên Pedro Almodovar, Ken Loach, Xavier Dolan, Birayên Dardenne, Sean Penn û Jim Jaramusch jî di nav de bi giştî 20 fîlm ji bo wergirtina xelat Palmiya Zêrîn li ber xwe dan.
Jûrî ya bi serokatiya George Miller biryara xwe eşkere kir û fîlmê "Ez Daniel Blake" yê derhênerê navdar Ken Loach ku bi nasnameya xwe ya mûxalîf û nêrînên xwe yên sosyalîst tê naskirin, hêjayî xelata Palmiya Zêrîn dît.
Ken Loach ku wê di meha Hezîranê de bibe 80 salî, cara duyemîn e xelata Palmiya Zêrîn werdigire. Di festîvalê de xelata Palmiya Zêrîn a ji bo beşa "Derhênerê herî baş" ji Cristian Mungiu yê Romanyayî re hat dayîn. Ji xwediyê xelata "Hirçê Zêrîn" Asghar Ferhadî re jî xelata "Senaryoya herî baş" hat dayîn.
LI DIJÎ NEWEKHEVIYÊ MESAJA HÊVIYÊ
Ken Loach ku di fîlmên xwe de xizanî û bêedaletî hertim derxist pêş, tevî hemû zextên desthilatdariyan jî ti carî ji nasnameya xwe ya mûxalîf û nêrînên xwe yên sosyalîst tawîz neda. Ken Loach di axaftina xwe ya li merasîma xelatdayînê de bal kişand ser newekheviya li cîhanê û got, "Li cîhanê niha bêhêviye heye. Nêrînên rastgiriya tund hewl dide ji serdemên bi vî rengî yên bêhêviyê sûdê werbigirin. Em baş dizanin ku ev ê rê li ber kîjan encaman veke. Divê em ji vê derê peyameke hêviyê bişînin ji tevahiya cîhanê re: Cîhaneke din pêkan û pêwîst e."
XWEDIYÊN DIN ÊN XELATÊ
Di 69. Festîvala Fîlman a Cannes a Navneteweyî de, ji bilî Ken Loach, ev xelat li van fîlman hatin belavkirin:
*Grand Prix: ‘Juste la Fin du Monde’, Xavier Dolan (Kanada)
*Xelata Jûrî: ‘American Honey’, Andrea Arnold (Brîtanya)
*Derhênerê herî baş: Cristian Mungiu (Romanya) ‘Bacalaureat’ û Olivier Assayas (Fransa) ‘Personal Shopper’
*Senaryoya herî baş: Asghar Ferhadî (Îran) ‘Forushande’
*Lîstikvana herî baş: Jaclyn Jose (Fîlîpîn) ‘Ma’ Rosa’
*Lîstikvanê herî baş: Shahab Hosseînî (Îran) ‘Forushande’