Li Cannes a 69. Yilmaz Guney ê Kurd hat bîranîn
Li Cannesê, derhênerê Kurd Yilmaz Guney ê di sala 1982'an de xelata Palmiya Zêrîn wergirtibû, hat bîranîn. Bîranîna Guney di dema nîşandana fîlmê "Pêşmerge" yê Bernard-Hengrî Levy de pêk hat.

Fîlmê fîlozofê Fransayî Bernard-Henrî Levy ê bi navê "Pêşmerge" bi biryareke ji nişka ve li Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîşandan. Di dema nîşandana fîlm de, li ser navê ekîba fîlm ji temaşevanên li salonê amade hat xwestin, ji bo Yilmaz Guney rêzê bigirin. Dîrektorê festîvalê Thîerry Frêmaûx ev daxwaz erê kir.
Frêmaûx bibîr xist, ku Yilmaz Guney yekemîn sînemavan û derhênerê Kurd ê tevlî Cannesê bûye û got, "Di sala 1982'an de Palmiya Zêrîn wergirt. Piştî Yilmaz Guney gelek sînemavanên Kurd hatin Cannesê û sînema Kurd li vê derê nîşan dan."