CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Hevserokên HDP'ê cejna Xadîr-î Hûm a Elewiyên Ereb pîroz kirin
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, cejna Xadîr-î Hûm a Elewiyên Ereb pîroz kirin û gotin, ew piştgiriyê didin daxwaza bûyîna betlaneya fermî ya vê rojê. -
Ji zîndanê ber bi çiyê ve: Çîroka reva girtiyên PKK'yî
Em bi van her sê gerîlayan re li ser rêwîtiya wan a ji Çewlikê destpê kir, li Amedê dewam kir û li çiyayên azad ên Kurdistanê qediya, axivîn. Ku ev meşa ber bi azadiyê ve dikare bibe mijarek ji fîlman re. -
Ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê peyama Cejna Qurbanê
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi hêviya siberojeke azad Cejna Qurbanê li Misilmanên mezlûm, Kurdên mezlûm û berxwedêran pîroz kir. -
Tecrîda li ser Ocalan li Ermenistanê bi mîtîngekê hat protestokirin
Îro li paytexta Ermenistanê Êrîvanê tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi mîtîngekê hat şermezarkirin. -
Darazê parastina jiyangeha qebîleya Sîoûx red kir
Li beramberî xeta boriya petrolê ya ku li DYA jiyangehên çermesorkan tehdîd dike daraz xwe ker dike, Hikûmeta Federal jî xwest ku şîrketa ku projeyê dimeşîne xebatên xwe rawestîne. -
2. Festîvala Zarokan a Rojava dewam dike
2. Festîvala Zarokan a Rojava di roja 7. de bi muzîk, govend û lîstikên şano dewam dike. -
Pêla Radyoya Çira Şengalê hate guhertin
Radyoya Dengê Çira Şengalê ku bûye deng, êş û awazê gelê Êzîdxanê, êdî li ser pêla xwe ya nû 101.0 weşanê dike. -
Festîvala Çanda Kurd: Ji bo şikandina tecrîdê têkoşînê bilind bikin
Ciwanên Kurd ên ku ji bajarê Dûîsbûrgê meşiyan ji bo ku beşdarî Festîvala Çanda Kurd bibin, bang li her kesê kir ku tecrîda li ser Ocalan bişkînin. -
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 24. bi sirûda Ey Reqîb destpê kir!
24. Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd, li Kolnê ya Elmanya bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî destpê kir. Festîval bi sirûda netewî ya Kurd, Ey Reqîb destpê kir. -
Ji Jûnoyê wêneyên nû yên Jupîterê
Ji maşîneya fezayê ya bêmirov Jûnoyê ku ji baregeha Cape Canaveral a NASA’yê ya li Florîdayê sala 2011’an hate avêtin û 5’ê Tîrmeha 2016’an ket rêgeha Jupîterê, wêneyên destpêkê hatin weşandin. -
Mekanîzmaya pêşî li belavbûna kansera çerm Melanomê bigire hat afirandin
Bi xebateke hevpar a Zanîngeha Tel Avîvê û Navenda Lêkolînên Kanserê (DKFZ) a li bajarê Heîdelberg ê Elmanyayê, 'mekanîzmayeke' pêşî li belavbûna Melanomê bigire, hatiye afirandin. -
Giriyê destpêkê yê pitikan jî li gorî zimanê dayikê ji hev cuda ye
Derket holê, zimanê dayikê di zikê dayikê de jî bandorê li pitikan dike û ev yek di giriyê ewilî yê pitikan de xwe nîşan dide. -
Coşa gerîla ya 15’ê Tebaxê
Kurdan li her derê cîhanê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Em jî wek rojnamevanên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixebitin, ji bo şopandina pêşwazîkirina gerîlayan a 15’ê Tebaxê, em danê sibehê derketin rê. -
Dayika Aştiyê Gulsum Aslan jiyana xwe ji dest da
Gulsum Kiliç Aslan ku dayika Nevaf Aslan e ku li zindana Amedê hate qetilkirin, li Êlihê pêr jiyana xwe ji dest da. -
'Em her deverê veguherînin qada berxwedanê'
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, salvegera berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê silav kir û got, "Ji 7 heta 70 salî, bi daxwaz û dildariya xwe ya azadiyê, em her devera lê hilmê distînin veguherînin qada berxwedanê." -
Atletên Rûs ji Werzîşa Paralîmpîk hatin derxistin
Komîteya Paralîmpîk a Navneteweyî, bi hinceta ku dopîng bi kar anîne, atletên Rûs ji Werzîşa Paralîmpîk a Olîmpiyatên Rîo 2016’an dûr xist. -
Derziya duyemîn a li dijî Zîka li ser mirovan hat ceribandin
Li hemberî vîrûsa Zîka, ku di mehên dawî de li welatên Latîn Amerîka û DYA belav bûye û dema li jinên ducanî der dibe zerareke giran dide pitikan, derziyeke nû peyda bû. -
Li Dersîmê xebatên piştevaniyê yên Giysibank’ê didomin
Xebatên Giysibankê (Banka Cilan) ya ku bi armanca piştevaniyê li Dersîmê hate damezirandin, didome. -
Proteînên giran, bêlivî, cixare û alkol rîskê zêde dikin
Di encama lêkolîna zanyarên ji Zanîngeha Harvardê de derket holê, proteînên sivik ên weke findeq, mirîşk û masî, li gorî goştê pez, hêk û şîr rîska mirinê kêm dikin. -
Mîhrîcana Mûnzûrê bi meşa xwezayê re bi dawî bû
Di Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku hunermend, siyasetmedar û xwezaparêz jî di nav de gelek kes meşa xwezayê li dar xistin û derdor paqij kirin. -
IOM: Mirina koçberan a di Deriya Spî de 3 hezarî derbas kir
Welatê Îtalyayê ku piştî Yewnanîstanê bûye hedefa koçberan, her ku diçe mirina koçberan zêde dibe. -
Xemla Çiyayê Sîpanê li merşan tê neqişandin
Merşên li navçeya Bedlîs Xelatê bi destan tên hûnandin, bi reng û neqşên xwe malan dixemilînin. -
'Herêma Ewlekariyê' zozan bê Koçer hişt!
Zozanên Bakurê Kurdistanê, di bin navê 'herêma ewlekariyê' de bê mirov hatin hiştin. Ji ber vê qedexeya dewleta Tirk, Koçer dikarin biçin zozanan. -
Ji bo Arjîn û Avaşîn banga alîkariyê
Du xwişkên bi navê Arjîn û Avaşîn ên ji Colemêrgê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye ji bo ku derman bibin. Bavê her du keçan diyar kir ku ji ber feqîriyê ew nikarin keçên xwe derman bike. -
CÎK: Piştevaniya li Kurdan peywireke Misilmanan e
Civaka Îslamê ya Kurdistanê (CÎK) li hemberî hovitiya li ser Kurdan tê kirin, bang li hemû Misilmanan kir.